AMED - Amediyan diyar kir ku ew m roja Newrozê bi reng û dengê xwe li qadan bin û ji 7 saliyan heta 70 saliyan gel vexwandin qadan.
Ji Newroza îsal a dê bi şîara "Em ê Bi Serkevin" bê pîroz kirin, demeke kurt ma û çavê her kesî li pîrozbahiya Newroza Amedê ya dê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê bê pîrokirin e. Amediyan diyar kir ku, ew ê di 21'ê Adarê de li qada Newrozê bin û bang li her kesî kirin, da beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.
‘DIVÊ HER KESÊ DIBÊJE EZ KURD IM LI QADA NEWROZÊ BE'
Welatiyê bi navê Mehmet Kaçmaz, anî ziman ku Newroz ji bo wî dawîlêanîna şeran û destpêka aştiyê ye û wiha agot: "Newroz ji bo me hêviya azadiyê ye, ji ber vê di 21'ê Adarê de ez ê jî li qada Newrozê bim. Her kesê dibêje 'Ez kurd im' divê wê rojê li qadê be û dengê xwe bilind bike. Dê girseya me ya li wir ji bo pêvajoyê zaf girîng be."
‘DÊ HEMÛ AMEDÊ BER BI QADA NEWROZÊ VE BIHERIKIN'
“Şirin Gultekin jî wiha got: "Newroz rizgariya kurdan e. Wê rojê em ê xwedî li qada xwe derkevin. Dê wê rojê hemû amedî xwedî li Newrozê derkevin û biherikin qadan."
‘EM Ê BI MILYONAN LI QADÊ BIN'
Welatiyê bi navê Mahmut Baş jî diyar kir ku bi berxwedana Mazlum Dogan Newroz veguherî cejna kurdan û wiha got: "Ji 7 saliya xwe ve diçim Newrozê. Ez ê îsal jî li qada Newrozê bim. Divê beriya her tiştî em rêxê li kesên ku ji bo me têdikoşin bigirin. Em bi milyonan li heman qadê bin."
‘EM LI BENDA HEMÛ JINAN IN'
Abdulkadir Dogan jî diyar kir ku, Newroz ji bo wan roja berxwedanê ye û wiha got: "Em ê jî di vê pêvajoya dîrokî de, ji 7 saliyan heta 70 saliyan li qadan bin. Dê ev Newroz encama referandûmê jî biguherîne. Ji ber vê divê em li qadan bin." Çetin Ozunlu, diyar kir ku ew her sal beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibe û wiha got: "Çi dibe bila bibe, ez ê dîsa jî li wir bim. Bang li hemû amadeiyan dikim da li qada Newrozê bin." Jina bi navê Leyla Dilek jî bi salan e roja Newrozê ew ji sibehê heta êvarî li qadê ne û wiha got: "Em ê îsal jî bi hemû coşa xwe ji bo aştiyê li qadê bin. Em li benda hemû jinan in."