COLEMÊRG - Niştecihên gundikê Sûmanê yê girêdayê gundê Xenanîsê, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Gundiyan anî ziman ku, divê her kes guh bide wijdanê xwe û bibêje "Na".
Niştecihên gundikê Sûmanê yê girêdayê gundê Xenanîsê yên Colemêrgê, diyar kirin ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na". Gundiyan diyar kir ku, 15 sal e hikûmeta AK Partiyê li ser kar e, lê belê heta niha ji bo herêmê tu tiştek nekiriye û gotin, di referandûmê de ji bo "Na"yê gelek sedemên wan hene.
Ji gundiyan Naci Aşkan, diyar kir ku ew bi xweyîkirina heywanan debara xwe dikin û dê guherandina Qanûna Bingehşn bi tu awayî bi kêrî jiyana wan neyê. Aşkan wiha axivî: "Ev referandûm ne bi kêrî gelê me ne jî bi kêrî gundiyên me tê. Dema em biçin ser sindoqê em ê bibêjin 'Na'. Her kesê ji xwe hez dike divê biçe ser sindoqê û bibêje 'Na'."
Ji gundiyan Fatih Aşkan jî diyar kir ku ew ê wek gund bibêjin "Na" û wiha axivî: "Bi salan em rastî zor û zehmetiyên wan hatin. Her kes bi vê dizane. Em ê hemû biçin ser sindoqan û bibêjin 'Na'. Yanî wan xwest û dê pêk bê, na tiştekî wisa nabe. Em ê bi 'Na'yê dawî li vê xwesteka wan bînin."
'TU XÊREK VÊ REFERANDÛMÊ TUNE YE, EM DIBÊJIN 'NA''
Kemal Aşkan, dest nîşan kir ku li gund ew rojê 18 saetan dixebitin û got, ji bo wan tu wateyeke van madeyên referandûmê tune ye. Aşkan wiha axivî: "Ez tu xêr û bêra vê referandûmê nabînim, ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'. Di rewşeke wisa de pêdivî bi sindoqan tune ye. Lê madem sindoqan datînin, wê çaxê em ê jî bibêjin 'Na'." Ji gundiyan Cemil Aşkan jî wiha got: "Çawa ku ew li her derî tevî parlementerên xwe vê diparêzin, em jî wekîlên vîna xwe ne. Em dibêjin 'Na' û em ê deng nedin wan."
'WIJDANÊ ME DIBÊJE 'NA''
Haci Mehmet Aşkan, diyar kir ku di referandûmê de "Na" tiştekî wijdanî ye û wiha got: "Ji 15 saliya xwe heta niha şivan im. 45 salên min bi zehmetî û rezaletiyê derbas bûn. Li vê cîhanê tu tiştek nema ku nehat serê min. Di referandûmê de jî ez ê guh bidim wijdanê xwe û dibêjim 'Na'. 15 sal e me tu xêr ji vê hikûmetê nedît, ku em bibêjin 'Erê'." Jina bi navê Pîroz Aşkan jî dest nîşan kir ku teqez ew ê bibêjin "Na".