ÇEWLÎG - Der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê İdris Baluken de, bi hinceta di sala 2014'an de li Çewlîgê beşdarî meşa ji bo Komkujiya Helebçeyê hat lidarxistin bûye, bi daxwaza 3 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.
Der barê Parlementerê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê İdris Baluken de, bi hinceta di 16'ê Adara 2014'an de li Çewlîgê beşdarî meşa ji bo Komkujiya Helebçeyê hat lidarxistin bûye, bi daxwaza 3 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.
Di fezlekeya ku veguharandin îdianameyê de bi îdiaya "Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan" der ji 6 mehan heta 3 salan cezakirina Baluken hat xwestin. Di îdianameya ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Çewlîgê ve hat qebûlkirin de, hat derpêşkirin ku BDP'a Bajêr têkildarî salvegera Komkujiya Helepçeyê, serî li tu deverekê nedaye û li Kolana Gençê "civîn û xwepêşandaneke derqanûnî" li dar xistiye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Baluken jî beşdarş meşê bûye û di vê meşê de axaftineke bi naveroka xwe siyasî bûye kiriye.
Dê di rojên pêş de doz li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Çewlîgê dest pê bike.