‘Em ê encama Newrozê di 16'ê Nîsanê de bibînin'

AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî Newroza Amedê got ku ew ê împaratoriya tirsê birûxînin û dakevin qadan û encama vê di 16'ê Nîsanê de bibînin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî pîrozbahiya Newroza Amedê ya dê di 21'ê Adarê de bi pêşengiya HDP û DBP'ê bi şîara "Em ê Bi Serkevin" li Parka Newrozê bê pîrozkirin, banga beşdarbûyînê li her kesî kir û got, ew ê hemû tirsan bin pê bikin û dakevin qadan.

‘JIN JI BÊDENGIYÊ RE BÛN DENG'

Taşdemir, anî ziman ku Newroz ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê rojeke sembolê ye û got, jinan di 8'ê Adarê de polîtîkayên teslîmiyetê yên şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) tarûmar kirine. Taşdemir, diyar kir ku dema jin dadikevin qadan bi cudahiyên xwe, bi ziman û rengên xwe li ber xwe didin û got, li gel hemû çewisandinên OHAL'ê derketin û ji bêdengiyê re bûn deng.

‘EM Ê NEWROZÊ WEK DESTPÊKEKÊ BIBÎNIN'

Taşdemir wiha axivî: "Ji bo gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn, wateya Newroza îsal zaf girîng e. Dê 21'ê Adarê bibe destpêkeke nû, bibe perspektîfeke nû. Ji bo gelê kurd wek roja berxwedanê pîrozkirina Newrozê zaf girîng e. Ji bo jinan jî; bi bedêlên giran heta roja îro hat. Di 92'yan de li Cizîr, Nisêbîn jinan di refên pêş de berxwedaneke mezin kirin. Me tu carî ew rojên berxwedanê ji bîr nekirin. Nîşanî me dan ku bê Newroz bi berxwedaneke çawa tê pîrozkirin. Di vê pêvajoyê de careke din pêdivî bi vî ruhî heye. Niha em bi îktîdareke ku dixwaze faşîzmê veguherîne awayekî rêveberiyê re rû bi rû ne. Em ê di 21'ê Adarê de li dijî vê bi berxwedaneke mezin tevbigerin û em ê di 16'ê Nîsanê de jî vê rawestînin. Em ê Newrozê wek destpêkekê bibînin. Em ê bi reng û dengên xwe li qadan faşîzmê rawestînin."

‘EM Ê DI NEWROZÊ DE ÎMPARATORIYA TIRSÊ BIRÛXÎNIN'

Taşdemir, anî ziman ku ew bawer in dê gel di Newrozê de dakeve qadan û vê împaratoriya tirsê birûxîne û wiha got: "Kesên ji ber wezîrek li Ewropayê neaxivî qiyamet rakirin, ew kes in ku bi OHAL'ê bi salan e mafên bingehîn ên mirovan bin pê dikin. Newroz cejna gelan e. Niha dixwazin Newrozê qedexe bikin. Dixwazin tenê di rojekê de bê pîrozkirin. Li gel vana hemûyan jî ruhekî berxwedêr heye. Li dijî vê konsepta tirsê, rastiya gelekî ku natirse heye. Jinan di 8'ê Adarê de ev nîşan dan. Li gel hemû astengiyan jî me li Nisêbînê starta Newrozê da. Em ê berdewamiya wê jî li qadan bibînin. Dê di 21'ê Adarê de Newroza Amedê bi beşdarbûyîna bi sedhezaran bê pîrozkirin. Em ê encama vê jî di 16'ê Nîsanê de bibînin."

'DI 21'Ê ADARÊ DE EM LI QADAN BIN'

Taşdemir, diyar kir ku jin bi ruhê 8'ê Adarê amadekariyên Newrozê dikin û got, dê jin li gel hemû astengiyan jî bi rengên xwe li dor agirê Newrozê bibin xelek. Taşdemir wiha axivî: "Dê jin di 21'ê Adarê de li dor agirê Newrozê bibin xelek û agirê têkoşînê vêxin. Banga me ji bo hemû gelê me ye, di 21'ê Adarê de em li qadan bin. Li dor berxwedanê bibin xelek."