STENBOL - Bavê Newroz Guvercîn a PKK'î ya dema ku PDK'ê êrîşî Şengalê kir û wesayîtên zirxî da rawestindin, xwest diyalogê pêk bîne lê ji aliyên komên PDK'ê ve hati kuştin, Yaşar Guvercîn banga yekîtiyê kir û wiha got: "Ger ku em nebin yek em ê gelek zarokên xwe winda bikin."
Piştî ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesut Barzanî hat Tirkiyeyê û vegeriya PDK'ê di 3'Yê Adarê de li dijî Şengalê êrîş da destpêkirin û di êrîşê de PKK'iyên bi navê Newroz Guvercîn (Çekdar Sînan" û Orhan Baran (Sîpan Hemo) bi destên xwe wesayîtên zirxî yên PDK'ê dan rawestandin û di vî hewldanên hatin kuştin.
Malbata Newroz Guvercîn jî li hemberî PDK' a ku piştî êrîşan rastî nerazîbûnên kurdan hat, bertek nîşan da. Bavê Guvercîn, Yaşar Guvercîn sedema ku kurê wî tevlî refên PKK'ê bûye vegot û banga yekîtiyê li kurdan kir.
Malbata Guvercîn di 1997'an de ji Qersê mevbûr man ku koçî Stenbolê bikin û piştî ku hatin li vir bi cih bûn jî ji ber nasnameya xwe rastî gelek pêkûtiyan hatin. Guvercîn diyar kir ku kurê wan Newroz jî gelek ji van pêkûtiyan ib bandor bûne û wiha axivî: "Newroz her tim zarorekî zîrek bû lê dema ku mu biçûkbûna wî de fêm kir ku dê neçe dibistanê ji me re got dixwaze bi me re bixebite. Me digot zeyîf e lê dîsa jî bi me re dixebitî. Dema ku hinekî mezin jî bû ew Newrozê bi liv û tevger bû kesekî bi aram. Lê dîsa jî rûyê wî her tim dikeniya."
Guvercînê ku gotina "Em hevre dixebitîn, her tiştê xwe bi me re parve dikir" bi kar anî got ku têkîliya di navbera wan de têkîliya hevrêtiyê bû. Guvercîn sedema beşdarbûna kurê xwe ya refên PKK'ê jî wiha anî ziman: "Yek ji sedema ku Çekdar derkeve çiya jî şehadeta hevalê wî Mehmet bû. Gelek hez ji Mehmet dikir. Bi agahiya şehadeta wî, ew jî tevlî refan bû."
'GER EM NEBIN YEK...'
Guvercîn got ku agahiya şehadeta kurê wî gelek bandor li ser wan kiriye û wiha berdewam kir: "Hevrêyê minn, kurê min Newroz ji bo ku di 2017'an de xwîna birayan nerije xwe kir mertal. 10 salan di refan de têkoşîna xwe berdewam kir. Qasî ku em dizanin yek birîna wî jî tunebû. Lê piştî 10 salan me bi destê dijmin bi destê birayê xwe ve hat şehidkirin. Her tim îxanetkar hebûn. Îro PDK tenê yek ji îxanetkarên kurdan e. Li vir banga min li kurdan ew e ku bila êdî bibin yek. Ger em nebin yek em ê gelek zarokên xwe winda bikin."
'PDK'Ê BI ALA KURDISTANÊ XWÎNA BIRA RIJAND'
Apî Guvercîn Bîlal Guvercîn jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Îxanet di nava kurdan de gelek zêde ye. Lê tiştekî ku bê qebûlkirin nîne. Barzanî hat Tirkiyeyê û xwest ala Kurdistanê li vir bê dîtin. Al daliqand lê soza ku Şengalê dê ji kurdan re nehêle da Tayyîp. Îxaneta ku bi hevkariya AKP-PDK'ê ya di em şahid in careke din xwe da der. PDK'ê careke din bi ala xwe ve xwîna birayê xwe rijand. PDK'ê xwîna Çekdar û hevalê wî yê ku xwestin tanka ku PDK'ê şandiye asteng bike qetil kir. Gelê kurd dê vî ji bîr neke û dê rojekî teqez hesabê vî bipirse."
Asya Înedî - dîhaber