TEKÎRDAG - Li taxa Kore ya bajar herî zêde jinên Roman zehmetiyan dikişinin. Jinên Roman ên ku li mal û fabrîkayê dixebitin, naxwazin taxa wan a xistine nav projeya veguherandina bajar bê xirakirin gotin ku ji ber xirakirinê ew ê di referandumê de bêjin ‘Na’.
Taxa Kore ya navçeya Çorluya Tekîrdagê, yek ji taxên Romanan ên ku polîs û kesên biyanî ditirsin bikevinê ye. Li taxa ku ji bajar hatiye durxistin û bûye qadeke serbixwe, zehmetiyên herî mezin jin dikişinin. Taxa dema ku tu dikeviyê ferqîrtiya wê dibînî tişta bala mirov dikişîne zarokên keç ên di temenekê biçûk de dane zewicandin û bûne xwedî çend zarok. Jinên ku bertek nîşanî xirakirina taxa xwe ya ku tevlî projeya veguherandina bajar hatiye kirin didin ji bo xwedî li qadên xwe derbikevin têdikoşin.
‘EM JI BO ZAROKÊN XWE DITIRSIN’
Jina bi navê Seher Turker (37) diyar kir ku ew ji ber belaya tiryakê ya li taxê tirsin ku bandorê li ser pêşeroja zarokên wê bike û wiha got: “Jinên li vê taxe hem li malê hem li fabrîkayê dixebitin û destheqê xwe nagirin. Berê ducanî bibim ez jî diçûm karê paqijiyê lê niha nikarim biçim hevjinê min jî karkertiyê dike û karê wî her tim tune ye ji ber wê em zehmetiyên aborî dikişinin. Niha dixwazin taxa me xira bikin jiyana em li vir dijîn nikarin li cihekî din bijîn. Pereye me tune ye em mirovên feqîrin. Ji bo taxa me neyê xirakirin dihizirim ku bêjin ‘Na’.”
BI 6 ZAROKÊN XWE RE DI ODEYEKÊ DE DIJÎ
Dayîka 6 zarokan Aynur Adiguzel (40) da zanîn ku bi veguhertina bajar re dê mala wan a ji odeyekê pêktê bê xirakirin û xwest mala wan neyê xirakirin. Jina bi navê Filîz Îbîş (44) a li taxê çop difiroşe û debara xwe dike anî ziman ku mecbûre berê xwe bike hevjînê xwe yê nexweş û wiha pêde çû: “Hem karê paqijiyê hem jî karên din dikim. Ji bo em birçî neminin vî karî dikim.”
LIGEL TEMENÊ XWE YÊ MEZIN BERÊ XWE DIKE DIKANÊ
Hatîce Bavul (62) ye ji jinên herî bi temene û li taxê berê xwe dike dikanê. Bavul destnîşan kir ku ev 26 salin li vir rûdine, du zarokên xwe windakirin û wiha got: “Lingê zilamê min jêkiriye. 3 neviyên min hene, ez berê xwe didim wan. Keca min nexweşa astimê ye lê dîsan jî çop kom dike nikare dermanên xwe jî bigire. Rayedarênn dewletê pirsgirêkên me nabînin. Tenê di dema hilbijatinê de li deriyên me dixin, dengê ku ez didim dê pere ji min re bîne? Ger fêdeya wê tune be kêrî çit ê? Hilbijartine me ya di referandumê ji ber vê yekê ye.”