MÊRDÎN - Rahşan Demirel li Kadifekale ya Îzmirê bersîv da Newrozên Cizîr, Nisêbîn û Amedê û meşaleya Zekiye Alkan ji destê wê girt û li herêma Egeyê geş kir. Xwişka Rahşan Semire Kut, diyar kir ku Rahşan bi zanebûn û bi vînek mezin meşiya ser agirê Newrozê bi Agirê Newrozê re dans kir.
Newroz di serdemên qedexe de li gel hemû astengî û qedexeyan dîsa hatin pîrozkirin. Gelek ciwanên kurd bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin û destûr nedan ku Agirê Newrozê vemire. Xwestin her dem geş bibe. Yek ji van ciwanên jin ên kurd Zekiye Alkan Sema Yuce û Rahşan Demîrel bû. Rahşan Dmîrel, bi boneya bibe bersîva Newrozên Cizîr, Nisêbîn û Amedê li Keleha Kadife Kale ya Îzmirê bi bedena xwe Agirê Newrozê geş kir. Rahşan, agir û meşaleya destê Zekiye Alkan dewir girt û li bircên Kadifekoleyê geş kir.
Rahşan ku di tebaxa sala 1974'an ji dayik bû, wekî gelek malbat û ciwanên kurd hêj zarok bû malbatên wan koçber bûn. Hêj Rahşan 2 salî bû malbata wê koçî Îzmirê kir. Rahşan û malbata wê piştî koçî Îzmirê kir rastî gelek zext û zilmê hatin. Piştî çû dibistanê jî rastî cudakariyê hat û her dem ji ber zimanê kurdî ji aliyê mamosteyan ve hat çewisandin. Hêj Rahşan zarok bû xwest ji dayika xwe çîroka koçberiyê û zilma li wan hatiye kirin vebêje. Hêj bi çûk bû têkoşîna azadiya kurd ji nêz ve şopand û berê xwe da têkoşîna azadiya kurd. Rahşan li diji zilma li ser kurdan hatiye kirin û li dijî bindestî, koletî û bêdengiya li diji koletiyê li Îzmirê bersîve da. Bi agirê Newrozê derdora xwe ronî kir.
RAHŞAN BERSÎVA AGIRKUJAN E
Ji bo Rahşan Newroz çalakiya herî mezin bû. Di her pîrozbahî û geşkirina agir de cihê xwe digirt. Serê her kolan û kuçeyê di nava pîrozbahiyan de cih digir û agir geş dikir. Herî dawî di 21'ê Adara 1992’an de tevî qedexe û astengiyên polîsan gel Newroz pîroz kir. Rahşan di saetên şevê de di tv de pîrozbahiya Newrozên Cizîr û Nisêbînê temaşe kir. Li dijî êrîşên polîsan ên ser gel û vemirandina agirê Newrozê Rahşan bû xwedî hêrsek gelek mezin. Li dijî van erîşên li hemberî gel û agirê Newrozê Rahşan di saetên şevê de li Kadifekale ya Îzmirê bi bedena xwe Agirê Newrozê geş kir û destûr neda ku Agirê Newrozê vemire.
Xwişka Rahşan Demîrel Semîra Kut, têkildarî têkoşîn û vîna Rahşan Demîrel û zextên wê demê yên li ser kurdên metropolên Tirkiye axivî. Semîra Kut anî ziman ku xwişka wê li gel hemû zext û astengiyan xwet çand û kevneşopiya Newrozê bidome û xwest ronî her geş be.
MAMOSTE: HÛN JI KU HATINE BIÇIN WIR
Kut, anî ziman ku li Îzmire mamoste her dem li dijî zarokên kurd bi ruhê nijaderestî tev digeriyan û neheqî li zarokên kurd dikirin û wiha got: "Herî zêde Rahşan li dijî vê yekê derdiket: "Rojekê Rahşan bi xwendekarekê re şer dike. Mamoste xwe bi wêre aciz dike û dibêje 'Ev ne axa we ye. Ev ax ya me ye. Hûn ji ku hatine biçin wir.' û cudahî xist navbera xwendekarên kurd û tirk. Wê demê em hemberî van zext û binpêkirinan bêtir fikirîn. Me got ka heq û hiqûq. Ka ziman, çand û nasname. Dema Rahşan rastî vê yekê hat, li malê ev yek ji dayika min re got. Dayika min jî li dijî zilmê pir şer kiriye. Di serdema Şex Seîd de sirgûnî Sûriyê hatibû kirin. Wê demê li Rojava bêtir xwe nas kiribû. Ji nêzîk ve têkoşîn û tevgera azadiya kurd nas kiribû. Piştre diçe ji mamoste re dibêje 'Tu çawa ji keça min re divê vê axê terk bike sedema wê bêje'. Mamoste jî dibêje 'Hûn ji Kurdistanê ne. Hûn kurd Kurdistanê dixwazin' Dayika min dîsa bersîv dide û dibêje 'Hûn bêjin Kurdistan serbest e. Lê çima keça min dibêje Kurdistan sûc e û hişyar dike' "
Kut, da zanîn ku hemû têkoşîn û hewldana Rahşan ew bû ku dîrok, çand û mafê kurdan nas bike û wiha got: "Wê demê têkoşîn û xebat li Metropolan gelek zor û zahmet bû. Di qeyda dengê xwe de jî dibêje ‘Ez dixwazim her kes min bi nasnameya min a welatparêziyê nas bike. Dixwest berî şoreşgeriyê bi nasnameya xwe ya welatpareziyê bê naskirin. Nasnameya welatparêziyê bîrdoziyek kûr e. Divê mirov li ziman, çand, nasname û nirxên welatê xwe xwedî derkeve. Hem di milê neteweyî de hem di milê nasnameya jinê de lêkolîn dikir û xwe pêş dixist. Bi hemû kesên têkoşer û demokrat re têkilî datanî û nezî wan dibû. Di salên 90’an de zextên civakê bêtir bû. Li dijî kesên fikrên wan cuda bi hurmet bû. Lê hewl dida bi wan re di nava têkoşînê de be. Di doza kurdewariyê de dixwest wekî Bedirxan, Leylam Kasım, Zekiye Alkan têkoşîna jinê û netewebûnê pêş bixe."
VEGOTINA WÊ NE HÊSAN E
Kut, anî ziman ku rol û rista Rahşan a di nava têkoşînê de gelek mezin e û mirov nikare bi çend gotina tekoşîna Rahşan vebêje. Kut, anî ziman ku di sala 1990’an de Rahşan jinek 18 sali ya ciwan bû û li gel wî temenê xwe biryarek wisa da û ev nîşan dike ku xwedî vîne çiqas xurt û zanebûne. Kut wiha got: "Rahşan bi zanebûn û xwestin bi vînek gelek mezin ev çalakî pêk anî. Bi vînek mezn bi agirê Newrozê re dans kir. Malbatê berê ji tevgera wê dizanîbû ku Rahşan dê çalakiyek mezin çêke.
Wekî Rahşan Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Pakize Nayir û gelek navên din têkoşîn berdewam kirin. Çalakiya Rahşan, li metrepolê çalakiyek yekem bû. Li ser gelê metrepolê u Kurdistanê bandor û hişyariyek mezin çêkir. Divê her kes li bajarên xwe yên hatin azadkirin û Newrozê bi ruhekî mezin û berxwedanê li Newrozê xwedî derkeve û Agirê Newrozê bêtir geş bike.
XANÎ TEVÎ BÎRANÊNÊN RAHŞAN ŞEWITîN
Kut, anî ziman ku Rahşan beriya çalakiyê û berî çalakiye di qeyda deng de li ser wate û girîngiya Newrozê ramana xwe parve dike. Kut, destnîşan kir ku mala wan a li taxa Qedexe ya Kişla ya Nisêbînê di serdema qedexeyê de hat şewitandin û wiha got: “Di qedexeyê de xaniyê me şewitandin. Me tenê çilên xwe ji malê derxistin. Em herî zêde ji bîranînên Rahşan ên di malê de şewitin xemgîn in. Wêne, alav û bîranînê wê tev di malê de şewitîn.
Dîcle Muftuoglu/ Aynur Înedi - dihaber