ÎZMÎR - Dadgehê der barê 8 kesên ku di 2013’an de li Îzmirê komkujiya roboskê Şermezar kirin de 10 meh û 16 meh ceza birî.
Kesên di sala 2013’an Komkujiya Roboskê şermezar kirin rastî ceza hatin. Di pêşengiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de Komkujiya Roboskê hatibû şermezarkirin. 13’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Îzmirê der barê rêveberên BDP’ê jî di navde li 8 kesan ceza birî. Dargehê bi îdîaya "li dijî zagona hêjmar 2911’an a meş û xwepêşandanê derketiye” di navbera 10 meh û 16 mehan de cezayê girtîgehe birî. Rêvebera HDP’ê ya Îzmirê Hacay Yilmaz, diyar kir ku welatiyên Roboskê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin qetilkirin û berpirsiyarên kuştina Roboskê hêj nehatine darizandin û hêj li ser kar in.