ENQERE - Duh ji 10 kesên ku li ser Kolana Yukselê di çalakiya greva birçîbûnê debûn û rastî êrîşa polîsan hatinibûn hatibûn binçavkirin. 8 kes hatin berdan û Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku di greva birçîbûnê de ne di bin çavan de ketin roja 10'emin a greva birçûbên.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên hatine îxrackirin li ser Kolana Yukselê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û duh çalakger rastî êrîşa polîsan hatin û 10 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin. Ji 10 kesên hatin binçavkirin 8 kes hatin berdan. Hat zanîn ku Gulmen û Ozakça jî li şaxa TEM’ê ya Midûryeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Gulmen û Ozakça di 9’ê Adarê de diyar kiribûn ku dê dest bi greva birçîbûnê bikin, li ser vê yekê piştî li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê bi fermana dozger hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan. Gulmen û Ozakça ku di bin çavana de dest bi greva birçîbûnê kirin ket roja 10’emîn.