Greva birçîbûnê di roja 4'emîn de ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê bi daxwaza "rakirina tecrîda li ser Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" di 15'ê Adarê de dan destpêkirin kete roja 4'emîn.

Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê di 15'ê Adarê de dan destpêkirin kete roja 4'emîn. Greva birçîbûnê ya bi daxwaza "Rakirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şertên azad ên muzakereyê ava kirin, bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtigehan û pêkanînên şewatindin û xirakirina gundan bi dawîkirinê" di 15'ê Adarê de dabûn destpêkirin dê 5 rojan dorveger be û meheke bidome. Girtiyan hişyariya "heke daxwazên me neyên qebûlkirin em ê çalakiyên xwe bilindtir bikin" kiribûn.

LI 3 GIRTÎGEHAN GREVA BÊDEM Û BÊDORVEGER

Li aliyê din di çarçoveya heman daxwazan de li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê 28 girtiyan greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 32'yemîn, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 6 girtiyan kete roja 23'yemîn, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê greva birçûbên ya 10 girtiyan dabûn destpêkirin jî kete roja 11'emîn.

Duh jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 15 girtî bi heman daxwazan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Bi vî rengê hejmara girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ketine greva birçîbûnê bûn 25 kes. x