Girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgunkirin

WAN- Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyên ku di nav de yên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne jî hene 70 girtî hatin sirgunkirin.

Ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê 70 girtî hatin sirgunkirin. Di nava girtiyên ku hatin sirgunkirin de 10 girtiyên ku di 8'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn jî hene. Nayê zanîn ku girtiyên di 16'ê Adarê de hatine sirgunkirin birine kû derê.

Navê 10 girtiyên di grevê de bûn wiha ne: Ganî Kaya, Mahsun Yuksekdag, Dilgeş Yaşar, Îlyas Yorgun, Mesut Yabalak, Abdullah Kaya, Yunus Konak, Kerem Karagoz, Îsmaîl Berke û Taner Aslan.