AMED - Malbata endamê HPG'î Edip Yetut yê di êrişa hewayî ya li çoltara Lîcê de jiyana xwe ji dest da li goristana Yenîkoyê ya Amedê defin kir.
Li navçeya Lîce ya Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di êrîşa hewayî ya li çoltara Lîcê de endamê HPG’ê li Edip Yetut (Erhan Siser) jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê Yatut piştî testa DNA ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê Gazî ya Yaşargilê wergirtin û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê dein kirin. Girsê cenazeye Yatut bi siloganên “Şehid namirin” li Goristana Yenikoyê ya Amedê defin kirin. Ji bo Yetut sersaxî li Mala Şînê ya Temiran hat qebulkirin.