Ji KCD’ê banga tevlîbûna Newrozê

AMED - KCD derbarê Newrozê de banga tevlîbûna Newrozê li her kesê kir û wiha got: “Gelê kurd dê carekdin li qadan bi çoş û berxwedana Newrozê daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê biqîre.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê Newrozê de daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li hemû gel kir. KCD’ê da zanîn ku ew wekî gelên Rojhilata Navîn û Mezepotamyayê, Newroza li hemberî zilm, qirkirin û înkarê bûye navê vîna jiyana azad û berxwedanê pêşwazî dikin.

Di berdewama daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hatin gotin:

“Em di pêvajoyeke dîrokî ya ku çarenûsa gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn diyar bike de dijîn. Bêguman têkoşîna hebûn û tunebûnê wê bi berxwedana bêhempa pêk were. Ev berxwedana li hemberî Dehaqê zalim derketiye holê, bi agirê Kawayan a bi destê Mazluman ku li dijî xwedayên qral hatiye pêxistin Newroz vejiyaye û veguheriye vîna azad a gelan. Ev jî bû pergala parastinê ya bi forma Konfederasyona MED a hevjiyana gelan.

Êdî derketiye holê ku bi agirê Newrozê ya ji Kawayan heta Mazluman, li lûtkeyên çiyan û zindanan hatiye pêxistin, kevneşopiya berxwedana ku gelê kurd bi hezaran salan melandiye di roja me de li Rojhilata Navîn bûye xwedî roleke girîng. Hemû bîr, bawerî û gelên wekî kurd, suryani, ereb, tirkmen, elewî, êzidî bi reng û çanda xwe bi hev re jiyane û xwedî bijarteya forma siyasî û kongreya gelan e.

Reberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe yên li hemberî polîtîkayên hêzên statukoparêz û hegemon ên cîhanê de yên li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn tê meşandin pêşxistiye, di nava temamiya herêmî û gerdûnê de bi pêşdîtina xwe Neteweya Demokratîk 'Yekitiya Neteweyên Rojhilata Navîn a Demokratîk' sentez kiriye. Li hemberî êrîşên komkujer û faşîst ên li ser yek netew, yek dewlet, yek ol, yek welat hatine pêşxistin, pêşiya qirkirina çandî û baweriyan girtiye.

Gelê kurd ê ku bi Newrozê rabûye, xwedî vîna jiyana azad derketiye di her şert û mercî de israr kiriye, îro di aliyê yekitiya xwe de bi êrîşên dijwar re rû bi rû ye. Bi giştî hêzên dewletparêz- statukoparêz, bi taybetî dewleta tirk tifaqa AKP-MHP'ê bi polîtîkayên li ser dijminatiya kurdan hatiye pêşxistin li Rojava, Bakur û Başûr tifaqên qirêj dimeşînin. Divê em gotina zanayê mezin ê kurd Cegerxwîn 'Kurdino bibin yek. Ger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek' bi bîr bînin. Bi awayekî aşkera xuyaye ku em ê parastin û rêxistiniya xwe ya li ser forma kongreyê di dîroka civakî ya kurdan de ye bi hêztir bikin.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk bang li gelê xwe û gelên Kurdistanê dikin ku dakevin qadên Newrozê. Çawa ku gelê me li hemberî zilma zaliman nirxên neteweyî, civakî, çandî li Newrozê bar kirine û kevneşopiya serkeftin û berxwedana bêhempa pêsxistine, îro jî di pêvajoyeke dîrokî ya ku çarenusê diyar dike de qadên Newrozê wekî kongereya gelan bibînin û li qadan vîna jiyana azad biqîrin.

Gelê kurd wê careke din li qadan bi coş û berxwedana Newrozê vîna jiyana azad û demokratîk biqîre li ser vê bingehê em Newroza gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroza ku bûye bingeha rêxistinî, yekitî û biratiyê, bi biryariya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn veguhere yekitiya Konfederal a Demokratîk, teqez em ê bi ser bikevin.”