Beriya Newrozê operasyonên binçavkirin û girtinê

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek navendan beriya Newrozê operasyonên binçavkirin û girtinan berdewam dike. Li Riha û Aydinê gelek kes hatin binçavkirin, li Semsûr û Mereşê jî 8 kes hatin girtin.

Li Rihayê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Halîliyeyê di serdegirtina malan de siyasetmedarê kurd Celalettîn Erkmen ê ku di partiyên wekî HEP, DEP, HADEP, DTP, BDP û HDP'ê de serokatiya rêxistina bajar û peywirên din kiriye jî hate binçavkirin.

Li aliyê din namzetê şaredariyê yê di 2009'an de ya navçeya Eyyubiyeyê Şukru Turgut û rêveberê navçeya Wêranşarê Mehmet Vural jî hatin binçavkirin.

LI AYDINÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeyên Nazîllî, Soke, Efeler, Koşk, Dîdîm û Germencîkê yên Aydinê bi ser gelek malan de bi awayeke hemwext hat girtin. Di serdegirtinên ku tîmên taybet jî beşdar bûn de deriyên gelek malan hatin şikandin û lêgerîn hatin kirin. Piştî lêgerînan Hevserokê HDP'ê yê Aydinê Bariş Goze û xwendekar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. hejmara kesên ku hatin binçavkirin nehat hînbûn. Hate hînbûn ku kesên kuhatine binçavkirin birine emniyetê.

8 KES HATIN GIRTIN

Li navenda Semsûrê û navçeya Kolikê 10 kesên ku roja borê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Kesên ku hate îdiakirin bi parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî "propaganadaya rêxistinê kirine" îfade dan dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 3 kes berda û kesê bi navê Yilmaz Topaloglu û 6 kesên ku navê wan nehat hînbûn jî bi heman hincetê girt. 7 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.

Li navçeya Bazarcıxê ya Mereşê kesê bi navê Yusuf Çetîn ê ku roja borî hatibû binçavkirin derxistin dozgeriyê. Çetîn ê bi îdiaya bi pavrekirinên xwe yên çapemeniya civakî "propagandaya rêxistinê kiriye" îfade da dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê der barê Çetîn de biryara girtinê da.

Li aliyê din di heman operasyonê de hevserokê HDP'ê yê Mereşê Mehmet Eren û endamê partiyê Azîz Kokşer ê ku hatibûn binçavkirin jî hê di bin çavan de ne.

Çetîn ê hat girtin şandin girtîgeha Tîpa E ya Mereşê.