ÎZMÎR - Lijneya Midûryeta Perwerdehiya Rêveberiya Girtîgeha Tîpa R a Menemenê daxwaza girtiyê nexweş Ergîn Aktaş a ji bo girtina rojnameyên Evrensel û Atilimê bi hinceta “gotinên ku mezinên dewleta me biçûk dixin tê bikaranîn” red kir.
Lijneya Midûryeta Perwerdehiya Rêveberiya Girtîgeha Tîpa R a Menemenê daxwaza girtiyê nexweş Ergîn Aktaş a ji bo girtina rojnameyên Evrensel û Atilimê red kir. Di biryara ku lijneyê daye de wiha hat gotin: “Ergîn Aktaş ê li saziya me girtiye ji bo xwendin/girtinê daxwaza rojnameyên Evrensel û Atilimê kiriye. Daxwaza girtî ya 18.01.17’an di heman rojê de rojnameyên Evrensel û Atilim hatine ber destê me. Hatiye dîtin k udi rojnameyan de gotinên pesnê rêxistina terorê dide, cudahiyê dixe nava gelan hatine bikaranîn. Her wiha gotinên ku sazî mezinên dewletê û peywirdarên civakê biçûk dixe hatine bikaranîn. Ji ber sedemên hatine dayîn û îzahkirin; rojnameyên navê wan hatine gotin, ji bo ji girtî re neyê dayîn bi dengdana hevpar biryar hatiye dayîn.”