Xizmên windayan binçavkirina Bîlîcî şermezar kirin


AMED
- ÎHD û xizmên windayan di çalakiya xwe a hefteya 423'yan de aqûbeta Alî Îhsan Dagli pirsîn û binçavkirina Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî şermezar kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Amedê û xizmên windayan bi slogana "Bila winda bê dîtin, kiryar bên darizandin" ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin an jî qetilkirin cara 423'yemîn hatin cem hev. Di çalakiya ku li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin de xizmên windayan pankarta ku li ser wêneyê Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî yê di 15'ê Adarê de hat binçavkirin û nivîsa "Dest nede parazvanên mafên mirovan" heye vekirin. Endamên Odeya Tabîban, Şaxa SES'ê ya Amedê û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz jî piştgirî dan çalakiyê.

Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan dagli yê di 14'ê Nîsana 1995'an de li gundê Eşme ya navçeya Farqînê ya Amedê hate binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin pirsîn.

Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun li vir axivî û got ku xebatên ÎHD'ê di çarçoveya têkoşîna mafên mirovan de ye û ÎHD ji bo binpêkirin û kiryarên windayan bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomîne. Zeytun Bal kişand li ser binçavkirina Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî û got ku Bîlîcî ji ber têkoşîna xwe ya mafên mirovan hatiye binçavkirin. Zeytun wiha got: "Em li cem Bîlîcî ne. Em şahidê hemû xebatên ku kiriye ne. Li cografyaya Kurdistanê em ê binpêkirinên mafan ên giran bişopînin. Heta ku aştiyeke mayînde pêk bê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."

'EM TÊKOŞÎNA BÎLÎCÎ DIDOMÎNIN'

Zeytun destnîşan kir ku bi salan e dosyayên windayan dişopînin lê ev dosya bi polîtîkayên necezakirinê ve tên fihêlkirin û parastin. Zeytun wiha got: "Wekî civakî em ê bi xizmên windayan re bin. Ji ber vê yekê wekî rêxistirekî civakî ya sivîl û xizmên windayan soza me ew e ku em ê têkoşîna Racî Bîlîcî bidomînin."

Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.