Îzmir Wan, Cizîrê, Sêrt û Dersim ji bo Newrozê amade ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteyên Amadekar ên Newroza têkildarî pîrozbahiya li Îzmir, Wan, Cizîr, Sêrt û Dersimê daxuyanî dan û diyar kirin ku amadekariyên wan bi dawî bûne. Komîteyan destnişan kirin ku ew dê di mîtîngên Newrozê de bi xwe ewlehiya xwe bigirin.

Li Wanê Newroz dê di 21'ê Adarê de di pêşengiya rêxistinên KCD, DBP, HDP û KJA de bi silogna "Teqez em dê bi ser bikein" li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newroza Wanê têkildarî bername û pîrozbahiyê li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînêde endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, Bedia Ozgokçe Ertan, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Wanê amade bûn.

AMADEKARÎ TEMAM BÛNE

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Prz. Erhan Çiftçîler, bal kişand ser girîngî û wateya Newrozê û wiha got: “Me wekî berî komîteyê berê dest bi amadekariyê kir û niha amadekariyên me temam bûne. Siyasetmedar, hunermend û gelek mêvanên din dê beşdarî Newrozê bibin. Dîsa hemû nûnerên saziyên sivil ên civakî dê beşdarî Newrozêbibin. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgit, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim û gelek parlamenterên HDP'ê dê beşdari Newrozê bibin. Dîsa hunermend Îbrahim Rojhilat, Bajar, Koma Rojarya û koma Kemençe dê derkevin ser dikê.


Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi coşek mezin di 21'ê Adarê de beşdarî Newrozê ya li Qada Kalê bibin. Îsal em dê di 21'ê Adarê de saet di 11.00’an de li Qada Kalê pîroz bikin. Hemû amadekariyên me temam in û em dê bi xwe ewlehiya qadê biparêzin.

300 KES DÊ KADÊ BIPARÊZIN

Ji niha de banga tevlêbûna Newrozê dest pê kiriye û bi 13 maşîneyên bangê banga tevlêbûna Newrozê dikin. Dîsa bi afîş, tv û çapemeniyê banga tevlêbûnê dikin.

ÎZMÎR

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmirê jî dê di 21'ê Adarê de li qada Gundogdu Newrozê pîroz bike. Komîteyê têkildarî amadekariya Newrozê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê komîteyê Hevserokê HDP'ê Mahfuz Guleryuz, diyar kir ku wan hemû amadekarî kirine û dê bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin. Guleryuz, bang li gelê Îzmirê kir û xwest di 21'ê Adarê de li qada Gundogdu bi coşek mezin tev li pîrozbahiyê bibin. Guleryuz, anî ziman ku ew dê kolan bi kolan, tax bi tax û navçe bi navçe li her derê belavan belav bikin û banga tevlêbûna Newrozê bikin û wihagot: "Ji ber ku îsal pîrozbahi dikeve pêvajoya referandumê divê çoş û tevlêbûn ji yê her sal zêdetir be. Dê wekîl, hunermend û gelek kesên cuda beşdarî Newrozê bibin. Em wekî komîteya amadekar dê ewlehiya xwe bi xwe bistînin. Bila gelê me nekeve nava şik û gumanan. Di vê mijarê de zanîn û tecrûbeyên me hene.

CIZÎR

Li navçeya Cizîra Şirnexê serlêdana ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal 21 Adarê dê were pîrozkirin hat qebûlkirin. Newroza Cizîrê ya bi diruşma "Em ê teqez bi ser bikevin" dê di navbera saetên 11.00-16.00’an de li qada pişt Ofîsa Petrolê ya Ûca ya li taxa Konakê were pîrozkirin. Li gel Parlementera HDP’ê ya Stenbolê gelek parlementerên HDP'ê tevli pîrozbahiyê bibin. Hunermed Mem Ararat û Koma Gulên Xerzan jî dê bi awazên xwe tevlî pîrozbahiyên îsal bibin.

Komîteya Amadekar daxuyanî da. Di daxuyaniya pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê de parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Birlik, Hevserokê HDP'ê yê Şirnex Zeki Îrmez û endamên DBP û HDP'ê amade bûn. Daxuyanî li ber avahiya DBP’ê hat dayîn. Li ser navê Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Alî Akdenîz cejna Newroza gel pîroz kir û ev banga kir: “Newroza me taxa Banê Xanê dê bê pîrozkirin. Em bang li gelê Şirnex, Hezex, Silopiya û hemû navçe, bajarok û gundan dikin ku roja Newrozê ji 7 salî heya 70'ê salî biherikin Cizîrê."


SÊRT

Komîteya Amadekar a Newroza Sêrtê jî dê di 21'ê Adarê bi coş û tevlêbûnek mezin Newrozê pîroz bikin. Piştî komiteyê serlêdan kir û destûr girt, dê di 21'ê Adarê de li taxa Aştiyê Qada Newrozê bi tevlêbûna deh hezaran kesan Newrozê pîroz bikin.

DERSIM

Komîteya Amadekar a Dersimê jî amdekariyên Newrozê temam kir û ji bo 21'ê Adarê banga tevlêbûna Newrozê kir. Komîteya Amadekar li avahiya HDP'ê ya Dersimê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê komîteyê Gizem Yamaç, axivî û bang li her kesî kir ku di 21'ê Adarê de bi coşek mezin tev li Newrozê bibin. Yamaş, anî ziman ku ew dê di 21'ê Adare de li Qada Seyid Riza Newrozê pîroz bikin Parlamenterên HDP'ê Filiz Kerestecioglu, Alîcan Onlu, reveberên ESP, EMEP, Şaredarê Mazgirtê Tekin Turker başdar bibin û Hunermend Hivda Gokel û komên herêmî dê di pîrozbahiyê de derkevni ser dikê û stranan bêjin.