SÊRT/ ŞIRNEX- Alîkarê Waliyê Şirnexê ku wekî qeyûm tayînî şaredariyên Şirnex û Dergulê bûbû ji bo Şaredayi Gundikê Mele jî wekî qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredarê Comani Muammer Canbulat jî ji peywir hat girtin.
Alîkarê Waliyê Şirnexê Turan Bedîrhanoglu yê ku ji bo Şaredariya Şirnexê qeyûm hatibû tayînkirin, piştî Şaredariya Dêrgulê duh êvarê jî ji bo Şaredariya Gundikê Mele qeyûm hat tayînkirin. Bedîrhanoglu di heman demê de Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajar e jî. Bedîrhanoglu 5 peywiran dinêre û di demên dawî de bi girtina saziyên jinan û karkeran ji kar avêtinê jî tê rojevê.
HEVŞAREDAR JI PEYWIR HAT DURXISTIN
Hevşaredarê Bajaroka Comanî ya Sêrtê Muammer Canbulat ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hat durxistin.
Dozgeriyê rojên borî ji bo ku Canbolat îfade bide gazî kiribû. Piştî îfadeyê Canbulat hatibû berdan û îro jî ji peywir hat durxistin.
Ji bo ji peywirgirtina Canbulat tu hincet nehat nîşandan.