DÎLOK- Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê têkildarî binçavkirin, girtin, binpêkirina mafên mirovan li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberê HD’a Dîlokê Muslum Kiliç diyar kir ku piştî rapora Ewropa li Tirkiye bêhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û ev yek nayê qebûlkirin.
Şaxê ÎHD’ya Dîlokê bi armanca şermezarkirina binçavkirinên mafên mirovan ên hefteya dawî li avahiya ÎHD’ê ya Dîlokê civîna çapameniyê pêk anî. Rêveberê ÎHD’ê Muslum Kiliç daxuyanî da û binpêkirin şermezar kirin. Kiliç xwest Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî bê berdan û wiha got: "Bi hincetên li dijî heq û hiqûqê mirov tên binçavkirin û girtin. Bi îlana OHAL û KHK'yan li Tirkiye heq û hiqûq nemaye. Mafê azaiya fikirê di bin pîyan de ye. Kesên siyaseta demokratik dikin bi hincetên rêxistinên terorê tên binçav kirin. Ev zext û zordariya li ser mafên mirovan nayê qebûlkirin. Balkêş e piştî Yekîtiya Ewropa daxuyanî da û rapor amade kir binpêkirina mafan li Tirkiyê zêdetir bûye. Divê bi lez ev zext û binpêkirina mafan bi dawî bîbe."