AGIRÎ - Li Agiriyê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin û esnaf hatin ziyaretkirin.
Li Agiriyê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya bi şîara "Em ê teqez bi ser kevin" xebat didome. Bi pêşengiya HDP'ê esnaf hatin ziyaretkirin. Ligel barîna berfê ya li bajar parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk û rêveberên HDP û BP'ê ji bo Newroza ku dê di saet 10.00'an de li Otoparka Şaredariyê bê pîrozkirin li kolana Cumhuriyet û Tahîr Elçî çûn serdana esnafan û 10 hezar belavok belav kirin.
Ji bo pîrozbahiya ku dê parlamentera HDP'ê Dîlan Taşdemîr û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ê ji peywir hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin beşdar bibin 60 hezar afîş hatin daliqandin. Hunermend Denîz Esmer û Nurcan Degîrmecî jî dê beşdarî Newrozê bibin.