ÎHD: Bila girtiyên nexweş bên berdan

ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakiya xwe ya heftane li ber Parka Sumerbank a Konakê berdewam kir. Rêveberan di daxuyaniyê de xwest girtiyên nexweş Yusuf Bulut, Ergin Aktaş û Ahmed Hamî serbest bên berdan.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nexweş bên berdan li ber Parka Sumerbankê ya berê ya Konakê daxuyanî dan. Di çalakiyê de rêveberên HDP, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek daxuyanî da. Çîçek, xwest Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bilicî serbest bê berdan û binçavkirin şermezar kir. Çiçek, anî ziman ku di şexsê Bîlîcî de ev pêkanîna li dijî hemû parazvanên mafên mirovan pêk hatiye û xwest rayedarên hikûmetê demek berî demekê dest ji vê pêkanînê berdin.

LI ŞAKRANÊ GRAV DI ROJA 32'AN DE DIDOME

Çiçek, diyar kir ku di dîroka Tirkiye de êş û binpêkirina herî mezin a mafên mirovan niha li girtîgehan berewam dike û wiha got: "Hem girtiyên siyasî û hem jî girtiyên edlî niha rastî binpêkirinên herî dijwar ên li dijî mafên mirovan tên. Li girtîgeha Şakran a Aliaga girtî li dijî van zextan 32 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Çalakiya greva birçibûnê rengekî çalakiya şermezarkirinê ye. Dibe ku ev çalakî bi mirinê bi encam bibin. Lê armanca can çalakiyan ne mirin e. Armanca van çalakiyan dawîlêhatina van zext û tundiya li ser mafên girtiyan e. Kes naxwaze çalakiyên grevê bi mirinê bi dawî bibin. Ji bo mafê girtiyan ê jiyanê bê parastin divê ev daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Di serî de rayedar û hemû parazvanên mafên mirovan, em bagn li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Niha li girtîgeha tîpa R a Menemenê Yusuf Bulut, Ergin Aktaş û Ahmed Hamî nexweşin û rewşa wan giran e. Yusuf Bulut nexweşê doşekê ye. Nêzî 3 mehan li nexweşxaneyê hat girtin û dîsa birin girtîgehê Nêzî 68 salî ye. Malbata wî li Edeneyê ye û nikarin zêde biçin û bên. Ahmet Hamî dîsa herdu piyên wî felç in. Ji ber felç e nikare bimeşe. Bi sandalya bi teker tev digere. Berê çend caran emeliyat bûye. Divê rojê 2 caran emeliyat bibe. Nêzî 2 mehin tedawî nebûye. Ne pêkan e bi tena serê xwe bijî. Divê sewqî cihekî gunçav bê kirin û kesên li wî binerin hebin.


Ergin Aktaş, niha li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê girtî ye. Du destê wî ji zendê ve jêbûne. Nikare bi serê xwe bijî. Ji ber nikare paqijiya xwe bike nexweşiyên mantarê pêre çêbûne. ATK heta niha 3 caran rapora nikare bi serê xwe bijî daye wî. Lê hêj bi tena serê xwe dimîne."

Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû.