Pêşbirga ji bo bîranîna Şerzan Kurt dest pê kir

ÊLIH - Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê ji bo bîranîna Şerzan Kurd di 7'emîn salvegera kuştina Şersan de serlêdana pêşbirga çîrokan Şerzan Kurd dan destpêkirin.

Şaxa Egîtîm Sen'e ya Êlihê ji bo bîranîna Xwendekarên Zaningeha Muglayê Şerzan Kurt ku 7 sal berê ji aliyê polîs ve hat kuştin, 7 salin pêşbirga çîrokan pêk tinin. 7'emin serlêdanên Pêşbirga Çîrokan a Şerzan Kurd dest pê kir. Serlêdanên Çirokan dê heta 15'ê Tebaxê berdewam bike. Serlêdanên çîrokan de bi kurdî û tirkî bên kirin û balê bikişînin ser mafên mirovan. Şertên serlêdanê:

Divê berê çîrok di malper, rojname û kovarekê de nehatibin weşandin û xelat negirtibin. Zimanê çîrokê dê bi kurdî û tirkî be. Jûrî kijan çîrokê guncav bibîne dikare parve bike. Divê beşdar agahiyên xwe, navnîşan, telefon û wêneyên xwe bi riya mail a serzankurt2011@gmail.com bişînin.

Çîrokên bên şandin dê bên komkirin û di pirtûkekê de dê bê çapkirin.

Di Lijneya hilbijêr a Çirokan a Kurdî de Suzan Samancı, Kristin Ozbey, Recep Dildar, Elîxan Loran, Bajar Mîrzeman, Orhan Çelik, di lijneya Tirki de jî dê Jale Sancak, Ayşegul Tozeren, Sibel Oral, Muzaffer Kale, Sylvain Cavaillès, Ercan Yilmaz

Yên di pêşbirgê de xelat bigirin dê di merasima Rojbûna Şerzan Kurt 8'ê Mijdarê de karibin xelatên xwe bigirin.


Şerzan Kurt (21), dema li Zanîngeha Mugla beşa Zanyarên îktîsadî ya Fakulteya Ragihandinê dixwend di 12'ê Gulana 2010'an de ji aliyê polîs ve hatibû birîndarkirin û di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.