Komîsyana Çalakiya Rûniştina F: Bila girtî Guzelaydin bê berdan'

STENBOL - Komîsyona Mafê Girtiyên Nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 260'an de berdewam kir. Komîsyonê di Rûniştina F de xwest girtiyê nexweş Fikret Guzelaydin ku nikare bi serê xwe bijî serbest bê berdan.

Komîsyona Mafê Girtiyên Nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 260'an de berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan di di Rûniştina F de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û daxwazên ji bo girtiyên nexweş li ser dowîzan nivîsand. Komîsyonê xwest nexweş Fikret Guzelaydin ku nikare bi serê xwe bijî serbest bê berdan. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de siloganên “Mirov bi mafê xwe mirov e"û “Ji Lêgerîna li dijî rûmetê re bes e", "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Fikret Guzelaydin bila bê berdan" berz kirin. Li ser navê komîsyona ÎHD'ê Mine Nazarî daxuyanî da û diyar kir ku paşeroja Tirkiye tarî ye û bi îlana OHAL'ê re zextên li ser girtian zêdetir bûn. Nazarî, anî ziman ku bi hezaran kesên hatin girtin wekî dijmin û îxanetkar tên penasekirin û wiha got: "Yên tên girtin rastî îşkenceyê tên û sirgûn dibin. Armanca dewletê bi êrişan kesên muxalif tune bikin. Rûyê pergala darî yên di vegera Jiyanê de li Girtîgehên Buca, Amed, Umraniye xwe dabûn der dîsa paşve vedigerin. "

24 SALIN GIRTÎ YE

Nazarî bal kişad ser rewşa girtiyê 56 salî yê 24 salin girtî Fikret Guzelaydin û wiha got: "Ji ber ku Guzelaydin rastî îşkenceyê hat û temenê wî mezin bûye nexweşiyên roviyan e. Ji ber cihê wî teng û bê hewa ye di 3 nokteyên pişta wî û stuyê wî de fitiq pêk hatiye. Disa di mejiyê wî de nexweşiya tumorê çêbûye. Ji ber tumor mezin dibe êşa serê wî jî zêde dibe. Dîsa nexweşiyê mahden e. Divê xwarina wî bi plan û bi rêk û pêk bê dayîn. Damarên wî yên pişikê ji sedî 10 girtî ye û nikare nefesê bistîne. Di kezeba wî de kîs heye û divê bê emeliyatkirin. Guzelaydin, nikare bi tenê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî temîn bike. Divê bi lezgin serbest bê berdan û di nava şert û mercên guncav de bê dermankirin. Li gel nexweyiyan Saziya Tipa Edlî disa rapora "dikare li girtîgehan bimîne" daye. Ev yek nayê qebûlkirin. Em dixwazin Guzelaydin û hemû girtiyên nexweş bi lezgîn bên berdan.

Çalakî bi silogana “Bila Fikret Guzelaydin bê berdan" bi dawî bû.