Gelê Botanê: Hewceyî bi xebatê nîn e, em ê bibêjin 'Na'

ŞIRNEX/MÊRDÎN - HDP'ê di çarçoveya xebatên referandûmê de li navçeyên Hezex, Silopî û Kerboranê çûn serdana gel. Di ziyaretê de dikandaran ji HDP’iyan re gotin ku hewcehî bi xebatê nîn e, ji xwe dê dengê “Na” bidin.

Endam û rêveberên HDP û DBP'ê di çarçoveya xebatên referandumê de li navçeyên Hezex û Silopiyê yên Şirnexê esnaf û gel ziyaret kirin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez jî di navde gelek endamên HDP û DBP’ê di serî de li navçeya Hezexê esnaf ziyaret kirin û belavokên “Na” belav kirin. HDP û DBP’î li sûkê rastî eleqeyek zêde jî hatin û welatiyan behsa zehmetiya pêvajoyê kirin.

‘HEWCEHÎ BI XEBATA REFERANDUMÊ NÎN E’

Welatiyê bi navê Ahmet Mete li ser serdana şandeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku divê her kes di navbera xwe de "Na"yê bi rêxistin bike û biçe ser sindoqan. Ciwanê bi navê Halît Bîlîm jî dest nîşan kir ku pewîstî bi hatina parlementeran nîn e ji bo referandumê û wiha axivî: “Pêwîstî bi xebata "Na" nîn e ji ber ku dengê me diyar e. Em ê bi bêjin "Na". Bila her kes bizanibe ku gelê Hezexê dê hilbijartina referandumê ya 16'ê Nîsanê bi dengê xwe serkeve. Serkeftin ya gelê kurd e."

Piştî serdana HDP û DBP’î derbasî navçeya Silopiyê bûn. Şandeya ku belavokên "Na" li gel û esnafan belav kirin di heman demê de ew vexwendin Newroza Cizîrê.

KERBORANÊ NEWROZA GEL HAT PÎROZKIRIN

Li navçeya Kerborana Mêrdîn jî bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Erol Dora rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê çûn serdana esnafan. Di serdanê de cejna Newroza gel jî pîrozkirin. Dayikên bi tililiyên xwe kesên çûn serdana wan pêşwazî kirin jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.