KOCAELÎ - Newroza li navçeya Dilovasi ya Kocaeliyê, li gel hemû astengî û qedexeyan hat pîrozkirin. Serokwekîla Koma HDP'e Filiz Kerestcîoglu, diyar kir ku dibe ku pîrozbahiya Newrozan asteng bikin, lê tu carî nikarin baharên wan asteng bikin. Li Dîlokê jî belavokên banga Newrozê hatin belavkirin.
Komîteya Amadekar a Newrozê xwest Newrozê li Stadyuma Nihat Karataş a navçeya Dilovasi ya Kocaeliyê pîroz bikin. Walîtiyê ewil destûr da mîtîngê û piştre qedexe kir. Piştî hat qedexekirin, li gel astengiyên polîsan gel bi tevlêbûna endam û rêveberên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Dilovasi kom bûn û Newroz pîroz kirin. Li avahiyê pankarta "Zext me bêzar nakin" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" vekirin.
'NIKARIN AQILÊ ME DÎL BIGIRIN'
Endamê Meclîsa HDP'ê Huseyin Goze, diyar kir ku her çend Newrozê qedexe bikin jî ew dê dîsa dest ji pîrozbahiya Newrozê bernedin. Goze, anî ziman ku jin, ciwan, kal pîr û hemû beşên civakê dê di 16'ê Nîsane de dersek mezin bidin hişmeniya ku qedxe dike. Koze, anî ziman ku bi kuştin, girtin û tirsandinê nikarin wan ji siyaseta demokratîk dûr bixin û wiha got: "Ew çiqas qedexe û asteng bikin jî dê qet nikaribin hiş û aqilê me asteng bikin."
HER KESÎ DÎT KU ZERARÊ DIDIN TIRKIYE
Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu jî anî ziman ku Newroz şerê di navbera xerab û başan de ye û wiha got: "Piştî maseya muzakereyan xera kirin li Kurdistanê dest bi kuştina mirovan kirin. Me dît ku zerar dan tevahiya Tirkiye. Gelo bi girtinan çiqas Demîraş, Yuksekdag û Baluken ji dilê gel derxistin. Xwestin dengê me qut bikin. Lê her ku xwestin dengê me qut bikin dengê me bêtir bilind bû. Me bednelên mezin dane. Em tu carî paşve gavan navêjin û têk naçin. Em dê bi hevre bêjin Na. Dibe ku Newrozê li me qedexe bikin. Lê tu carî nikarin baharên me qedexe bikin. Nikarin hişê me asteng bikin. "
Hevserokê HDP'ê yê Kocaeliyê Îbrahim Ergin jî daxuyanî xwend û polîtîkayên dewletê yên li dijî Newrozê şermezar kir. Ergin, anî ziman ku gelê kurd çawa li dijî Dehaqê zalim di ber xwe dane dê niha wekî welatiyên azad bêtir di ber xwe bidin. Engîn anî ziman ku vîna 6 milyon mirov hatiye hepiskirin û dê li dijî vê yekê ji bo aştî, demorasî, ked, mafên mirovan û azadiyê têkoşîna xwe bêtir mezin bikin.
DÎLOK
Qomîteya Amedekar a Newroza Dîlokê jî bi tevlêbûna Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û rêveberên HDP û DBP'ê belavokên ji bo banga tevlêbûna Newrozê belav kir. Qomîteya Amedekar li taxa Vatan a Şahînbeyê belavok belav kirin û xwest her kes bi coşek mezin tev li Newrozê bibin. Gelê Vatanê belavoka ku li ser bi erebî, kurdî (zazakî-kurmanci) û tirkî “Newroz pîrozbe", "Em dê bi ser bikevin", belav kir.