Xebatkarên TV 10 24’emîn car kom bûn û xwestin tv bê vekirin

STENBOL -Xebatkarên TV 10 ku bi KHK'ê hat girtin, ji bo kanala wan disa bê vekirin cara 24'an li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin TV 10 bê vekirin.

Xebatkarên TV 10 ku di çarçoveya OHAL'ê de bi biryara KHK'ê di 28'ê îlona 2016'an de hat girtin, ji bo qanala wan bê vekirin di hefteya 24’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakî pêk anîn. Xebatkarên televîzyonê dîsa pankarta “Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin" û "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin û Dengê gel TV-radyo nayên girtin" vekirin. Xebatkarên televîzyonê bê navber siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin" berz kirin. Di çalakiyê de saziyên elewî û hunermendan jî piştgirî dan xebatkarên televîzyonê. Di çalakiyêde Serokê Giştî yê Vakfa Çanda Anadolu ya Hacı Bektaş Velî Tuncer Baş, têkoşîna welatiya wekhev didin. Baş xwest mafê gelan bê dayîn û her kes wek hev li ser vê axê bijî.

Serokê Federasyona Komeleyên Karakoçanê Ali Edebali, jî anî ziman ku TV 10 dengê hemû gelê kurd û elewiyan e û bi qutkirina TV 10'an deng û vîna hemû gelan hatiye qutkirin û ev yek nayê qebûlkirin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) Turgay Ozkan bal kişand ser zilma li ser elewiyan tê meşandin û anî ziman ku ew dê piştevaniya bi TV 10'an re mezintir bikin.