Bernameya Newroza Dîlokê hat eşkerekirin

DÎLOK- Serokê Qomiteya Amedekar ê Newroza Dîlokê Mehmet Karayilan bernameya Newrozê eşkere kir û hemû gelê Dîlokê vexwend qada Newrozê.

Serokê Qomiteya Amedekar ê Newroza Dîlokê Mehmet Karayilan bernameya Newrozê eşkere kir û hemû gelê Dîlokê vexwend qada Newrozê. Karayilan diyar kir ku, ew ê bi şiara “Em ê Bi Serkevin” di 21’ê Adarê saet di 12. 00’an de li Eskî Nizip Cad. Alti Alleben Dereboyu Mehmet Akif Ersoy Teknik Lisesi (Tur Park Otobusleri) pîroz bikin. Karayilan bang li gelê Dîlokê kir ku, da li hemberî politikayên çewisandinê li qada Newrozê bin.

‘EM Ê BI COŞA NEWROZÊ JI HIŞMENDIYA DÎKTAYÎ RE BÊJIN NA’

Karayilan da zanîn ku, ew gelê navçeyên Dîlokê vedixwînin Newrozê û wiha got: “Ji ber li Rihayê Newroz qedexe ye em gelê xwe yê Rihayê jî vedixwînin Newroza Dîlokê.” Karayilan got, Newroz jiyan e, berxwedan e, evin e û wekhevî ye, roja avabûna jiyanek nû ye û wiha axivî: “Em ê bi coşa Newrozê ji hişmendiya dîktayî bêjin na.”

Karayilan programa Newrozê wiha eşkere kir;

*Destpêka bernameyê saet di 12.00'an de
*Axaftina Serokê Qomiteya Amedekar, axaftina Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, mêhvanên supriz. *Hunermend Ruken Yilmaz, Koma Siya Jîn, hunermendên suprîz.”