Hevserokê HDP'a Mereşê Eren hat girtin

MEREŞ- Hevserokê HDP'a Mereşê Mehmet Eren jî di nav de 3 kesên çend roj berê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Hevserokê HDP'a Mereşê Mehmet Eren, rêveberê bajê Aydin Ogur û welatiyên bi navê Ahmet Elkakmiş û Azîz Koşker ên çend roj berê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 kesên ji ber parvekirinên civaka medyayî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" sewqî dozgeriyê hatin kirin, Aydin Ogur serbest hat berdan. Eren, Elkakmiş û Koşker jî hatin girtin.

Her sê kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mereşê.