AMED - Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehmet Arslan têkildarî Newroza 2017'an a starta wê hat dayîn axivî. Arslan, dest nîşan kir ku ew ê li gel hemû astengiyan jî Newrozê pîroz bikin û wiha bang kir: "Divê gel her derî veguherînin qada Newrozê."
Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehmet Arslan têkildarî girîngî û bernameya Newroza 2017'an a starta wê hat dayîn axivî. Arslan, anî ziman ku Newroz ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn sembola azadî û wekheviyê ye û wiha got: "Veguheriye têkoşîna berxwedanê Gelê Kurdistanê di şert û mercên herî zehmet de jî agirê Newrozê vêxistine. Wateya Newroza îsal ji ya her salê girîngtir e."
‘ÎNÎSYATÎFA NEWROZÊ YA GEL E'
Arslan, anî ziman ku di mercên OHAL'ê de pîrozkirina Cejna Newrozê bi xwe re gelek zehmetiyan tîne û got, li gelek bajaran bi hinceta OHAL'ê destûra afîş û pankartên Newrozê nehatiye dayîn. Arslan, dest nîşan kir ku di pîrozbahî û çalakiyên Newrozê de înîsyatîf ya gel e û wiha axivî: "Divê hemû gelê me li her deverê lê ne, Newrozê pîroz bikin. Dê gelê me li her qadê bi awayekî hêzdar Newrozê pîroz bike."
‘SEMBOLA NEWROZÊ AMED E'
Arslan balê kişand ser girîngiya Newroza dê di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê bê pîrozkirin û wiha axivî: "Amed tim sembola Newrozê ye. Bi salan e li Amedê Newroz bi awayekî hişmet tê pîrozkirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî dema behsa Newrozê tê kirin, ewil Amed tê bîra mirovan. A rast Amed ew bajar e ku sembola hemû Newrozan e. Em wisa difikirin ku divê hem ji bo Amedê hem jî ji bo bajarên din, da Newroz li gor ruhê xwe bê pîrozkirin divê hikûmet merciyên birayarê di vî warî de bi hestiyarî tevbigerin. An jê dê ev rewş rageşiya li herêmê gurtir bike."
‘DIVÊ GELÊ ME HEMÛ QADAN VEGUHERÎNIN QADA NEWROZÊ'
Arslan, dest nîşan kir ku ew ê li gel hemû astengiyan jî ew ê di çarçoveya bernameya Newrozê de pîrozbahiyan bikin û wiha bang kir: "Ji bo hêla berxwedêr û azadiyê ya Newroza 2017'an derkeve holê û veguhere pîrozbahiyeke hişmet, em ê hemû amadekarî û xebatên xwe bidomînin. Divê hem metrepolên Tirkiyeyê, hem hemû deverên Kurdistan ji bo bindestan û hemû gelê Rojhilata Navîn wek qada Newrozê bên dîtin."