Xeyala bavê xwe yê di Newrozê de hat kuştin pêk anî

STENBOL - Parêzer û keça Haci Zengîn ê di Newroza 2012’yan a Stenbolê de ji ber êrîşa polîsan jiyana xwe ji dest da Elîf Zengîn Ayata, wiha got: “Hiqûqa ku xeyala min û bavê min bû min xelas kir.”

Li Stenbolê di hat plakirin ku îsal di 19’ê Adarê de Newroza bi şîara “Em ê teqez biserkevin” bê pîrozkirin lê Walîtiya Stenbolê destûr ne da pîrozbahiyê. Di sala 2012’yan de Wezîrê Karên Hundir li hemû bajaran pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir û li Stenbolê jî hat qedexekirin. Lê; sala ku “xweseriya demokratîk” hat îlankirin, bi deh hezaran kes ji bo teblî pîrozbahiyan bibin derketibûn kolanan. Welatiyên xwestin biçin Qada Kazliçeşmeyê rastî êrîşa polîsan a hişk hatin. Rêveberê BDP’ê yê Arnavutkoyê Haci Zengîn (57) ji ber bombeyên gazê yên polîsan nerihet bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 11 meh piştî mirina Zengîn rapora otopsiyê derket û di raporê de hat diyarkirin ku nexweşiya dil bi Zengîn re hebûye, di laşe wî de şopên derpkirinê hene û dibe ku ji ber bombeya gazê jiyana xwe ji dest dabe.

Keça Zengîn a ku piştî salan ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezun bû û niha paarêzer Elîf Zengîn Ayata bi gotina “Hiqûqa ku xeyala min û bavê min bû min xelas kir” da zanîn ku xeyala bavê xwe pêk aniye.

‘HESRETA WÎ DÎTINA NEWROZA AMEDÊ BÛ’

Ayata, diyar kri ku bavê wê di nava siyasetê de bû, li gelek cihan ji bo vê fedekarî kirin û wiha got: “Siyasetê li aliyekê bihêlin di aliyê civakî de bi hestiya rbû. Tu caran ji xebatên partiye xwe venekişand. Gelek dixwest tevlî Newroza Amedê bibe. Dema Newrozê rûdinişt ber televîzyonê û temaşeyî weşana zindî ya Newroz Amedê dikir. Bi salan xwest biçe, lê ji ber em li Stenbolê bûn ne bû qismet biçe Amedê. Ji ber rewşa aborî û sedemên cuda ne karî biçe. Xema min a herî mezin ewe. Piştî bavê min jiyana xwe ji dest da ez Newra piştî wê hatim Amedê ev jî ji bo min bû xemek mezin.”

‘BÛNA PARÊZER XEYALA HERÎ MEZIN A BAVÊ MIN BÛ’

Ayata, anî ziman ku piştî ji Amedê koçberî Stenbolê bûn gelek zehmetî jiyane û wiha pêde çû: “Bi salan me nekarî xwe biparêzin. Di dema em hatin Stenbolê de ji ber axaftin û sergirtina dayîka min em dihatin çewisandin. Bi xwezayî di malbata min de ‘xwe paratin’ derket holê. Di dema bûna parêzer de herî zêde bavê min piştgirî da min. Heta cihekî min xeyala xwe pêk anî. Xeyala bavê min ew bû ku tevlî merasima dîplome girtina min bû. Ne bû lê dîsan jî min diplomaya xwe girt.”

‘JI DOSYAYA BAVÊ MIN RE BIRYARA NEŞOPANDINÊ HAT DAYÎN’

Ayata, bi lêv kir ku dema bavê wê dijiya dest bi xwendina hiqûqê kiriye û wiha domand: “Windahiya bavê bûn sedema xelaskirina dibistanê. Ji xwe çi ji destê min bê dixwazim bikim. Piştî min ruhsata parêzertiyê girt ezê bi awayekî bibandor tevlî vê rewşê bibim. Beriya du salan biryara bêşopandinê dan dosyaya bavê min. Me biryar îtîraz kir lê îtîraza me jî hat redkirin. Em niha di pêvajoya serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn de ne. Ger ji dadgehê biryarek dernekeve em ê serî li DMME’yê bidin.”

‘BILA MIRINÊN DIN ÇENEBIN’

Ayata, destnîşan kir ku pankarta di merasîma cenazeye bavê wê de hat rakirin wekî “propagandaya rêxisitnê kirine” li ser dosyayê hatiye zêdekirin û wiha axivî: “Ev rewşek komîke. Mirovekî ku di nava partiyek siyaset û îdolojiyekê de cih digitî bû. Wêneyê wî yê di merasîmê de wekî ‘propagandaya rêxistinê’ dîtin rewşek bi heneke. Ev rewş bi mantiqê nayê vegotin. Tu aliyên wê yên hiqûqî tune ne. Kujerên bavê min diyarin. Ne tene hiqûq dê gel jî ceza bide wan. Newroz îsal jî hatiye qedexekirin. Ez hêvî dikim ku mirinên din çênebin. Ji ber daxwazên îktîdara siyasî welat anîne rewşek wiha ku fikarên hemû gelan hene. Fikarên min jî hene. Lê ez ê bi hemû fikarên xwe jî biçim pîrozbahiyên Newrozê.”