EDENE -Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtî 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û Bek anî ziman ku ev sedema rageşiyê ye."
Li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê, çewisandin û pêkûtiyên kêfî yên li dijî girtiyan zêde dibe. Parêzer Tugay Bek ê li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin çêkir, diyar kir ku girtiyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye. Bek, diyar kir ku leşker di dema sewqa nexweşxaneyê ya girtiyên nexweş de heqaretê li wan dikin û got, ji bo rastî pêkûtî û heqaretan neyên girtî naçin nexweşxaneyê û ji ber van sepandinan girtî nayên tedawîkirin.
'JIYANA TAYBET TÊ BINPÊKIRIN'
Bek, anî ziman ku lêgerîna tazî jî di nav de girtî rastî gelek binpêkirinên mafan tên û got, rojname û kovarên girtiyan hatine desteserkirin, îdareya girtîgehê ji bo otorîteya xwe li ser girtiyan çêbike huqûqê bin pê dike. Bek, anî ziman ku xwestine li qawîşên girtiyan kamerayan bi cih bikin û got, girtiyan kamerayên ku berê hatine bicihkirin şikandine û rakirine û ji ber vê der barê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Bek, dest nîşan kir ku îdareya girtîgehê bi kamerayan 24 saetan dişopîne û bi vî awayî jiyana taybet bin pê dike. Bek, diyar kir ku bi vî awayî dixwazin li ser girtiyan çewisandinên derûnî çêbikin.
'DÊ LI GIRTÎGEHÊ BÊARAMÎ Û RAGEŞÎ ZÊDE BIBE'
Bek, ragihand ku li qawîşan bicihkirina kamerayan tê wateya cezakirineke ekstra û got, daxwaza girtiyan ew e ku demildest dawî li vê sepandina bicihkirina kamerayan bê. Bek wiha axivî: "Heke ev sepandin bê kirin, dê li girtîgehê bêaramî û rageşî zêde bibe. 24 saetan şopandina girtiyan dê bibe sedema rageşiyê."
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, diyar kirin ku ew ê nikaribin tu agahiyî bidin.