Gelê Qersê xebatên 'Na'yê bi rê ve dibe

QERS - Gelê Qersa ku parlamenterek, 3 hevserokên bajêr, 5 hevserokên navçeyan û bi dehan rêveberên HDP'ê hatin girtin, bi xwe xebatên referandûmê bi rê ve dibe.

Gelê Qersa parlementerek, 3 hevserokên bajêr, 5 hevserokên navçeyan û bi dehan rêveberên HDP'ê hatine girtîn li dijî girtin û zextan bi xwe xebatên referandûmê dimeşîne û bi rêxistin dikin. Hevserokê HDP'a Bajêr Cengiz Topbaşli got: "Gel bi dildariyî xebatan bi rê ve dibe." Topbaşli, anî ziman ku plana îktîdarê ew e ku HDP'ê tasfiye bike û bêyî reqîb hilbijartinê bi rê ve bibe û got, li Qersê di çend mehên dawî de zêdeyî 100 rêveber û xebatkarên HDP û DBP'ê hatine girtin. Topbaşli, bi bîr xist ku Berdevkê HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen girtiye û got, dê Qers di nav bajarên ku herî zêde "Na" lê derkeve de cih bigire. Topbaşli wiha got: "3 hevserokên me yên bajêr girtî ne. Lê li gel vê jî em bi awayekî cidî û lez û bez kampanyay referandûmê bi rê ve dibin."

Topbaşli anî ziman ku gel bi dildariyî xebatan bi rê ve dibe û wiha axivî: "Ev dildarî hêz û qaweta partiya me zêde dike. Niha em bi nêzî 80 komîsyonên xwe yên referandûmê re bi awayekî koordîneyî xebatan bi rê ve dibin. Hema hema me li hemû navçeyan komîsyonên xwe ava kirin. Navçe, li herêma xwe van xebatan bi rê ve dibin. Li gel hemû hewldanên tasfiyeyî jî em ê feraseta li dijî siyaseta demokratîk bêbandor bikin." Topbaşli, diyar kir ku kampanyaya wan bi coşeke mezin tê meşandin û wiha got: "Li deverên ku em lê digerin, em bawer dikin ku dê gel bi awayekî zêde dengê 'Na'yê bi kar bîne. Wek partî ji bo 'Na' bi ser keve çi ji destê me bê em ê bikin."

HETA NIHA ÇI KIRINE?

Topbaşli diyar kir ku çi terekeme, çi azerî, çi malakan bin ev referandûm li Qersê hemû gelan eleqedar dike û wiha axivî: "Em tînin ziman ku heke 'Erê' derkeve, dê ev hilbijartina dawî be û dê careke din beyaneke siyasî nebe. Heke di referandûmê de 'Erê' derkeve tişta bê gotin ev e: Tiştên heta niha kirine dê temîna tiştên sibê bikin bi xwe be. Yanî heta niha çi kirin. Huqûqê, darazê tasfiye kirin. Hemû xebatkarên cemaweriyê yên wek wan nafikirin tasfiye kirin. Bajarên kurdên ku daxwaza demokrasiyê dikin bi ser serê wan de rûxandin. Bi avakirina hêzên paramîlîter ên taybet, dixwazin mirovan bitepisînin. Dê kirinên wan ji niha û pê ve jî zêde bibin. Em di rewşeke zaf muzdarîp de ne. Em ji hemû gelên li Qersê heman tiştî dibêjin. Heke hûn daxwaza demokrasiyê, mafên mirovan dikin û heke hûn dixwazin parlemento bibe vîna we, divê hûn teqez bibêjin 'Na'. Û li Qersê beramberiya vê heye."