REQA - Di sala 6'emîn de şerê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe. Niha herî zêde hesab li ser Reqa, Dêra Zor, Bab û Îdlîbê tê kirin. Tê plankirin ku Bab û Îdlîb ji rejîmê re, Reqa û Dêra Zor jî ji hêzên QSD'ê re bê hiştin. Tê diyarkirin ku di çenteyê DYA'yê de ji bo DAIŞ'ê hesabên qadeke nû û korîdoreke ber bi Behra Spî ve heye.
Pêngava 3'yemîn a operasyona azadkirina Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) didome û amadekariyên ber bi çûyîna navenda bajêr jî didomin. DYA, di çarçoveya operasyona Reqayê de sewqiyata leşkerî ya ji bo Sûriyeya Bakur didomşne û Rûsya jî ji bo Îdlîb û Dêra Zorê hewl dide destkeftiyên nû bi dest bixe. Tê diyarkirin ku dê Bab a DAIŞ'ê ji komên OSO yên Tirkiyeyê re hişt, dê ji rejîma Sûriyeyê re bê hiştin û DYA û Rûsya jî Minbicê xistine bin banê xwe.
REQA
Hêzên QSD'ê bi operasyona Reqayê ya bi navê "Xezeba Firatê", ji bakur, rojhilat û rojava ve bajêr dorpêç kiriye û ji bo navenda Reqayê jî divê Tabqa bê stendin. Tê diyarkirin ku ji bo azadkirina Tabqayê jî dê pêngava 4'emîn a operasyonê dest pê bike. DYA, di vê çarçoveyê de ji bo operasyonên Reqa û Tabqayê ber bi Sûriyeya Bakur ve sewqiyata çekên giran dike. Fuze, topên hawanê, doçka, qanas û gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê dike. Li gel vê gelek hêzên di bin banê QSD'ê jî amadekariyên operasyonê dikin û tê destnîşankirin ku DAIŞ'ê jî hêzên xwe li Reqayê kom kiriye.
Piştî hêzên QSD'ê Reqayê dorpêç kirin, ji DAIŞ'ê re li başûrê Reqayê korîdorek hatiye vekirin û tê plankirin ku dê DAIŞ veguhêzînin Yemen û Urdunê. Li qadê tê gotin ku, DYA hêzeke DAIŞ'ê di ser vê xetê re vediguhêzîne Yemenê û mebesta vê veguhastinê jî ew e ku li dijî Hûsiyan bide şerkirin. Her wiha hin çavkanî jî diyar dikin ku dê DAIŞ'ê heta dawiyê şer bike. Tê diyarkirin ku bi xwesteka DYA'yê re dê li dijî DAIŞ'ê hêzeke zêde li vir bê komkirin û bi vê re dixwaze li herêmê mayînde bibe. Tê payînku dê sekna DYA'yê ya ji bo herêmê bi du polîtîkayan tevdigere, di rojê pêş de zelal bibe.
DÊRA ZOR
Li gel van geşedanên li Reqayê, ji bo rizgarkirina Dêra Zorê jî amadekarî tên kirin. Li bajêr, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê hat avakirin û her wiha gelek eşîretên li bajêr jî di bin banê meclîsa leşkerî de xwe bi rêxistin dikin. Tê diyarkirin ku DYA û Rûsya hîn jî ji bo parvekirina çavkaniyên li Dêra Zorê ya ku wek bajarê petrolê tê zanîn, hîn li hev nekirine. Li Dêra Zor a ku tenê navenda bajêr û qada hewayî di dest hêzên rejîmê de ye, çavkaniya fînansî ya herî mezin a DAIŞ'ê petrol e. Bajarê ku piraniya wê di dest DAIŞ'ê de ye, ji bo rizgarkirina bajêr amadekariyên operasyon didomin. Lê hîn jî DYA û Rûsya di warê kontrolkirina bajêr de li hev nekirine.
MINBIC
Li Minbica ku di demên dawî de rastî êrîşên komên OSO'yê hat, ji aliyê Rûsya û DYA'yê ve hatiye parastin. DYA û Rûsya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn cara ewil li rojavayê Minbicê hatin gel hev.
BAB
Xaka Babê, ji DAIŞ'ê derbasî TSK û OSO'yê bû. Li başûrê wê rejîma Sûriyeyê, li rojhilatê wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li rojavayê wê jî hêzên Efrînê û li bakurê bajêr jî Tirkiye û komên "Tevgera Mertalê Firatê" cih digirin. Li Bab ku gav bi gav ji aliyê DAIŞ'ê ve radestî TSK û komên OSO'yê tê kirin, niha geşedanên nû diqewimin. Tê diyarkirin ku Rûsya ji bo xeta Helebê hêzdar bike bi Tirkiyeyê re bazariyê dikin û dê Bab derbasî rejîma Sûriyeyê bibe.
ÎDLÎB
Temamiya bajêr niha di bin venêrîna El Nûsra û Ehrar El Şamê de ye. Rûsyaya ku piştî Helebê koman ji Îdlîbê derdixe, niha li vir li pêyî pêngavên nû ye. Tê îfadekirin ku ji bo Rûsya bajêr paqij bike, gelek caran bi rayedarên tirk re gelek caran hevdîtin çêkiriye û her wiha tê destnîşankirin ku Tirkiye bi beramberiya Îdlîbê hin deverên Şehbayê dixwaze. Bi vî awayî Tirkiye dixwaze li Sûriyeya Bakur bimîne.
Li gel vê, bi rizgrakirina Dêra Zor û Reqayê ji bo xwegihandina Behra Spî dê korîdoreke nû bê vekirin. Tê diyarkirin ku bi vekirina korîdorê re dê li gor berê tu bandora xeta Îdlîb û Babê ya xwe digihîne Behra Spî nemîne. Bi taybetî tê diyarkirin ku DYA dev ji hesabê korîdora Reqa û Dêra Zor a di ser Urdun, Yemen û kendavê de xwe digihîne Behra Spî bernedaye. Ev gav li qada Sûriyeyê dibe sedema geşedanên nû û bi vî awayî şerê Sûriyeyê ber bid awîbûnê ve diçe.
Nazim Daştan-dîhaber