WAN - Erdîşiyan, diyar kir ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê sedemên wan cuda ne, lê bersiva tevan 'Na' ye.
Li Erdîşa Wanê ciwan, extiyar, esnaf, karker û cotkaran diyar kir ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê her çi qas sedemên wan cuda bin jî, lê bersiva wan heman bersiv e. Erdîşiyan, anî ziman ku ji bo "Erê" tu sedemên wan tune ne û sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin.
'20 SAL E ESNAF IM, LÊ MIN TIŞTEKÎ WISA NEDÎTIYE'
Hasan Duman ê 20 sal e li navçeyê esnaftiyê dike, balê kişand ser krîza aborî û got, ji bo "Na"yê bi dehan sedemên wî hene. Duman wiha axivî: "20 sal e esnaf im, lê min tiştekî wisa nedîtiye. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me yên esnaf neçar man ku dikanê xwe bigirin. Ji ber me di 15 salên îktîdara AKP'ê de tu randiman nestendiye, dê bersiva me 'Na' be. Ji xwe ji niha û pê ve jî tu hêviya me jê tune ye. Di serdema vê îktîdarê em rastî her cure krîzê hatin û ji bo dawî li van şeran bê em ê bibêjin 'Na'. Ji bo aştî û biratî were vê xakê ez ê bibêjim 'Na'."
EXTIYAR DIBÊJIN 'NA'
Muhiyettin Akmaz (65) ê got “Ji bo welat ji aliyê yek kesî ve neyê birêvebirin ez ê bibêjim 'Na'" wiha axivî: "Kesek tenê nikare welat bi rê ve bibe. Di AKP'ê de edalet tune ye, em pê bawer nakin. Beriya her hilbijartinê weadan didin, lê tu weadên xwe bi cih nayîne. Ev ji bo 'Na'yê têra me dikin. Her roj beriya binçavkirin û girtin çêdibin, ji bo dawî li vana bê çi bikeve ser milê me em ê bikin." Halit Kaya yê 63 salî jî wiha got: "Ez ê ji bilî 'Na'yê tiştekî nebêjim. Ez ji 'Erê' hez nakim. Çimkî, 'Na' ji bo me baştir e." Ji welatiyan Siddik Çelîk jî wiha got: "Ez ê tenê ji bo pêşeroja zarokên xwe û ciwanên me bibêjim 'Na'."
MEXDÛRÊN ERDHEJÊ: ERDÎŞ HÎN JÎ ENQAZ E, JI BO VÊ 'NA'
Mehmet Akmaz, bi bîr xist ku di erdheja 2011'an de navçe veguheriya kavilan û wiha sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin: "Li ser mirovan çewisandinên zêde hene. Di warê aborî de gel bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Ji erdhejê heta niha tu kesî li me nenihêrî. Her çû pirsgirêkên me zêde bûn. Di ser erdhejê re sal derbas bûn, lê hîn jî Erdîş enqaz e. Tu rayedar guh nade pirsgirêkên me. Ev jî li gel gelê Erdîşê bû cihê bertekan. Ji ber vê dê erdîşî di referandûmê de bibêjin 'Na'."
‘GIRTINA HEVSEROKÊ MIN JI BO 'NA'YÊ TÊR DIKE'
Ji niştecihên navçeyê Seyfettin Can, diyar kir ku girtina Hevşaredar Diba Keskin ji bo "Na"yê bi tena serê xwe sedemek e. Can wiha axivî: "Ez dibêjim 'Na'. Ji bo 'Erê' tu sedemek min tune ye. Ji bo çi ez ê bibêjim 'Erê'? Li ser gel çewisandineke mezin heye. Kes nikare siyasetê bike. Yên dikin tên girtin. Bi hemû samîmiyeta xwe ez ê bibêjim 'Na'. Di serî de hevşaredara me Diba Keskin û gelek hevşaredarên DBP'î girtî ne. Cîhan jî vê dibîne. Em baş dizanin bi kîjan mebestê hatine girtin. Lê sûcê vana çî ye, bila bibêjin. Heke sûceke vana hebe, ew jî xizmeta ji bo gel e. 32 salî me. Li Erdîşê heta niha gelek pirsgirêkên binavayî û avê nehatibûn çareserkirin. Lê Hevşaredar Dîba Keskîn, di nava 2 salan de ev pirsgirêk hemû çareser kirin. Tu gund bê av û rê nema. Li gund ji ber tunebûna rê em heta 30 kîlometreyî diçûn çiyê, lê ev çêkirin. Her kesî xizmet dîtiye. Em ê jî ji vana hemûyan re bibêjin 'Na'."
CIWAN JÎ DIBÊJIN 'NA'
Ji ciwanên navçeyê Yunus Bulbul, diyar kir ku ji ber betaliyê ew ji qehwexaneyan dernakevin û wiha got: "Teqez em dibêjin 'Na'. Çimkî li bajarê me ji bo ciwanan tu xebateke tune ye. Ji ber kar tune ye, ciwanên me ji sibehê heta êvarî li qehwexaneyan e. Dewlet derfetên kar nade. Ferqa Erdîşê û gundekî tune ye. Hikûmetê tu mafên kurdan nasnake. Ji kurdan hez nake. Êdî em nikarin li rojavayê jî bixebitin. Çimkî ji ber hikûmetê bi çavekî din li me dinihêrin. Ji ver vê helbet em ê wek ciwanan bibêjin 'Na'."
Sîpan Uktar ê cara ewil deng bi kar bîne û wiha got: "Ez ê bibêjim 'Na'. Ez ê ji bo aştî û biratiyê, ji bo pêşerojeke baş bibêjim 'Na'. Cara ewil e ku ez ê deng bi kar bîne û li dijî serokatiyê me. Ji bo kurd mafê xwe bi dest bixin divê 'Na' derkeve, ji bo vê em ê bibêjin 'Na'. Ji bo em li her derî bi zimanê xwe biaxivin divê em bibêjin 'Na'. Ji bo dawî li ser çewisandinên li ser ziman bên ez ê bibêjim 'Na'."
Ji ciwanan Mustafa Demir jî wiha got: "Ji bo aramiyê divê em bêjin 'Na'. Ji bo gelê me, ji bo pêşerojeke baş di 'Na'yê de pêşeroja me heye. Bila hemû mewkî û meqam di dest wan de bin, lê dê dîsa jî 'Na' bi ser keve."
Îsa Magat ê li navçeyê cotkariyê dike wiha got: "Heke aramî tune be, dê tiştek jî tune be. Heke AKP hizûr bidana, niha dê her tişt baş bûna. Em nikarin çandiniyê û sewalvaniyê bikin. Bi xesarê em cotkariyê dikin. Mazot zem xawariye, her tişt zemê dixwe, Lê ez ê çawa qezencê bikim."