ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger di roja 33'yemîn de didome. Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindana Selma Altan, diyar kir ku rewşa girtiyên di grevê de her diçe xerabtir dibe.
Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê yên bi daxwaza "Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, vegera li maseya muzakereyê, dawîlêanîna binpêkirinên mafan û sererastkirina şert û mercên li girtîgehê" dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin, di roja 33'yemîn de ye. Ji ber greva ku ji 15'ê Sibatê pê kir heta niha girtî bi qasî 7-8 kîloyan zihîf bûne. Her wiha hat diyarkirin ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî 5 jinên ketine grevê jî bi qasî 5 kîloyan zihîf bûne.
‘REWŞA GIRTIYAN BER BI NEBAŞIYÊ VE DIÇE'
Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindana Selma Altan, diyar kir ku rewşa girtiyên ketine grevê her diçe xerabtir dibe û got, li gel her tiştî jî moralê girtiyan baş e. Altan, ragihand ku rayedarên girtîgehê bi şandina ser bijîşkan dixwazin grevê bişkînin û wiha got: "Li girtîgehan piştî greva birçîbûnê çewisandinên li ser girtiyan zêde bûne. Nahêlin girtî hevdîtinê çêbikin. Her wiha karta stûyan li girtiyan ferz dikin. Bi derve re pêwendiya girtiyan birîne."
Altan, diyar kir ku greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di 15'ê Adarê de li girtîgehên Menemen, Kepsut, Kiriklar, Manîsa û Odemîşê dest pê kiriye û got, li van girtîgehan jî çewisandin zêde bûne û cezayê ragihandinê li girtiyan hatiye birîn.
‘LI GIRTÎGEHAN MIROVAHÎ DIMIRE'
Altan ragihand ku, li girtîgehan rojnameyan nadin girtiyan û wiha axivî: "Nameyên girtiyan tên desteserkirin. Li girtîgeha Kepsûtê hin cihên rojnameyan tên jêkirin û bi vî awayî didin girtiyan. Êdî malbat îsyan dikin. Malbat amadekariyan greva birçîbûnê dikin. Ji bo xwedî li zarokên xwe û kekên xwe derkevin, dê di rojên pêş de berxwedanê bilind bikin. Malbatên diçin hevdîtinên li têketina girtîgehê tên tacîzkirin. Hin girtiyên ku sepandina karta li stuyan qebûl nakin, înfazên wan tên şewitandin. Malbat ji jiyana xizmên xwe bifikare ne. Li girtîgehê tecrîdeke zêde heye. Hemû qadên civakî bi temamî hatine girtin. Li girtîgehê mirovahî dimire."
‘ÊDÎ BES E'
Dayika Ozkan Yaşa ê muebet xwariye û 11 sal e di girtîgehê de ye, Hazal Yaşa diyar kir ku ew hefteyeke nikare kurê xwe bibîne û wiha got: "Kurê min di rewşa ku nikare derkeve hevdîtinê de ye. Em bang li Serokomar Erdogan, Wezîrê Edaletê û rayedaran dikin. Heke tiştek bê serê kurê min û girtiyan berpirsiyar ew in. Bila her kes vê bibihîse. Êdî bes e ji vê zilmê re."
‘HEKE BIVÊ EM Ê JÎ TÊKEVIN GREVÊ'
Yaşa, diyar kir ku daxwaza kurê wan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Heta daxwazên zarokên me bi cih bê, heke bivê em ê jî têkevin grevê. Li girtîgehê karta 'terorîst' li zarokên me ferz dikin. Hûn hemû li kuderê ne, edaleta li Tirkiyeyê li kuderê ye. Heta rêberê me azad bibe, em li gel zarokên xwe ne. Heta rêberê me azad bibe, heke bivê em ê jî têkevin grevê. Em aştî û edaletê dixwazin. Em ê qet dev ji doza xwe bernedin."