Li dijî çewisandinan dê bersiva herî baş di Newrozê de bidin

MÊRDÎN - Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Qoserê Kadri Işik, banga tevlîbûna pîrozbahiya Newroza Qoserê ya 21'ê Adarê bê pîrozkirin kir û wiha got: "Em dê li dijî çewisandin, binçavkirin û girtinan bersiva herî baş di Newrozê de bidin."

Li Qosera Mêrdînê, dê Newroz di 21'ê Adarê saet di navbera 11.00-15.00'an de li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Komîteya amadekar ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li qeymeqamtiyê dabû, lê Serokê Komîteya Amadekar Kadri Işik anî ziman ku, heta niha qeyemeqamtiyê tu bersiv nedaye, lê çi dibe bila bibe ew ê Newrozê pîroz bikin.

Işik, diyar kir ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û wiha got: "Em wisa bawer dikin ku em bi şîara 'Em ê Bi Serkevin' ji derheqê pêvajoyê derkevin. Bi her awayî em ê Cejna Newrozê pîroz bikin. Li dijî van gef, binçavkirin, hewldanên îmhakirinê dê gelê me bersiva herî baş bi pîrozkirina Newrozê bide."

Işik, ragihand ku dê gelek parlementer û hunermend jî beşdarî bernameya wan a pîrozbahiyê bibin. Işik, anî ziman ku ew ji bo beşdarbûna Newrozê mal bi mal, kuçe bi kuçe digerin. Hevseroka HDP'a Qoserê Munnever Ulker jî wiha got: "Em ê tevî gelê xwe Newrozeke rengîn pêşwazî bikin. Em ê li dijî hemû polîtîkayên tepisandinê, çewisandinên derûnî bi rêxistinkirina 'Na'yê Cejna Newrozê pîroz bikin."

Ulker, bang li her kesî kir da bên qada Newrozê û wiha axivî: "Em ê tevî gelê xwe bi yek dengî bibêjin 'Na'. Em di 21'ê mehê de li qada Newrozê li benda gelê Qoserê ne. Hêviya me ew e ku Newroza me bibe wesîleya 'Na'yan."