ÊLIH - Sînemaya Yilmaz Guney a piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû hat girtin, bi şewatekê veguherîbû ariyê. Şaredariya DBP'î ji bo çêkirinê sînema bi 500 hezar TL'yî derxistibû îhalê, lê tê diyarkirin ku qeyûm ji bo vê nêzî 3 milyon TL maliyetek nîşan daye.
Sînema Yilmaz Guney a di 2006'an de ji aliyê Şaredariya Êlihê hatibû çêkirin, piştî qeyûm tayînî şaredariya DBP'î hat kirin, di 11'ê Îlona 2016'an de hatibû girtin. Dê şaredariyê di 22'yê Îlona 2016'an de ji bo bi awayekî moderntir bê çêkirin û amûrên wê li dijî şewatê têkûztir bin, bi 550 hezar TL'yî derxistana îhaleyê. Lê belê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, qeyûm îhale betal kiribû û ji vana tu tişt nehatin çêkirin.
Sînemaya piştî qeyûm deriyê wê hat miftekirin, di nava zivistanê hat bi şewatekê ku hat îdiakirin ji ber qontaxa ceryanê derketiye bû arî. Piştî şewatê şaredariyê diyar kir ku maliyeta xesara şewatê di navbera milyon û 250 hezar û milyon û 500 hezar TL'yî de ye. Tê diyarkirin ku ji bo ji nû ve çêkirina sînemayê pêdivî bi budçeyeke 2 milyon û 500 hezar TL an jî 3 milyon TL'yî heye.
Dîcle Anter ê 12 sal e wek berpirisyarê îdarî yê Sînemaya Yilmaz Guneyê dixebitî, diyar kir ku di Mîhrîcana Çandê ya Heskîfê ya 2005'an de sînema hatiye vekirin û wiha got: "Pdiviya eywana sînemayê bi tadîlatê hebû. Ji bo vê rêveberiya beriya qeyûm, pêşnûmayek amade kir. Lê belê pêşnûma tim hat taloqkirin. Ji ber di dema xwe de tadîlat nehat kirin, ji ber şewata ji qontaxa ceryanê sînema veguherî ariyê."
‘CIHEKÎ GIRÎNG A SÎNEMAYA YILMAZ GUNEYÊ HEYE'
Anter, dest nîşan kir ku ji bo Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney pêdiviyeke girîng bû û wiha axivî: "Hem ji bo jîndarkirina navê Yilmaz Guney, hem jî ji bo nifşên nû nasandina vî navî girîng e. Ev der ji bo sînemahezan cihekî girîng e. Ji ber sînemayeke kevn bû, pêdivî bi tadîlatê hebû. Pêşnûmaya tadîlatê beriya qeyûm hebû. Ji ber vê me di meha Tîrmehê de eywana sînemayê gritibû. Dê di Îlona 2016'an de bi tadîlatê re îhale dest pê bikirana. Ev tadîlat hewce bû."
‘ESKİ YÖNETİMİN PROJESİ HAZIRDI’
Anter, diyar kir ku pêşnûma amade bû, lê piştî qeyûm hatiye tayînkirin wan pêşnûmaya xwe amade kiriye û wiha axivî: "Piştî qeyûm hat, wî pêşnûmaya xwe berpêş kir. Di vê pêşnûmayê de jî 2 galeriyên hunerê, cihê pêşangehê û kafeteryayê heye. Di îhaleya beriya qeyûmê de maliyeyeke 500 hezar TL'yî hatibû nîşandan. Ji ber niha xesara madî zêde ye, bi texmînî dibe ku maliyet 2 milyon TL be."
Anter, diyar kir ku li gor gotinên qeyûm divê sînema di Îlona 2017'an de bê vekirin û wiha domand: "Mîsyoneke vê sînemayê hebû. Li vê sînemayê bîranînên gelek zarokan hene. Berê Sînemaya Mehtapê, Sînemaya Ramanê hebû û me ew bi bîr dianî. Dê nifşên niha jî bêjin 'Di dema me de Sînemaya Yilmaz Guney' hebû. Ji ber vê divê demildest sînema bê vekirin."