Amadekariyên dawî yên Newroza Amedê

AMED - Amadekariyên dawî yên Newroza Amedê kirin. Seroka Komîteya Amadekar Ruken Akça, ji bo beşdarbûyîna Newrozê bang li hemû gelan kir û wiha got: "Em ê li qada Newrozê aştî û destpêkeke nû biqîrin."

Amadekariyên dawî yên Newroza Amedê ya dê di 21'ê Adarê de bi şîara "Em ê Bi Serkevin" li Parka Newrozê bê pîrozkirin tên kirin.

400 HEZAR BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Ji bo prîozbahiya Newroza Amedê, li navenda bajêr û navçeyan 400 belavok hatin belavkirin. Li gel vê Amadekariyên Newrozê li ber temambûnê ne. Dê di 5 deriyên cuda de welatî karibin têkevin qada Newrozê ya ewlehiya wê dê ji aliyê 2 hezar peywirdaran bê kirin. Dê firoşkarên seyyar nikaribin têkevin qadê û her wiha ji bo pêdiviyên gel, 130 lawabo li qadê hatine bicihkirin.

Dê hunermend Yaşar Kurt, Koma Pel, Grup Munzur, Koroya Jinên Amedê, Dengbejên Botan û Ferhat Mansuri derkevin ser dikê.

DÊ KESÊN GÎRÎNG XÎTABÎ GEL BIKIN

Tê payîn ku dê di pîrozbahiya Newrozê de Ahmet Turk, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevkê Koma HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Amedê Osman Baydemir, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û wek naveke suprîz dayikek xîtabî gel bike.

DÊ JI GELEK DEVERÊN CUDA MÊVAN BÊN

Dê gelek hunermend, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên hatine îxrackirin beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Li gel vê dê nûnerên CHP, EMEP, SP, DSP, partiyên kurdistanî û gelek saziyên civaka sivîl jî beşdar bibin. Her wiha tê payînku dê ji Herêma Federe a Kurdistanê jî partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî beşdar bibin.

‘EM Ê LI QADA NEWROZÊ DESTPÊKEKE NÛ BIQÎRIN'

Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Ruken Akça, têkildarî amadekariyên Newrozê axivî. Akça got, li gel astengî û qedexeyan jî wan 400 belavok belavkirine û li çar aliyên bajêr bîlbord û pankart daliqandine. Akça, got ji bo Newroza Amedê tu qedexe tune ne û wiha bang kir: "Li gel astengî û çewisandinan jî em ê li Qada Newrozê biqîrin. Divê ji çar aliyan gelê me biherike qadan. Divê em tevî hemû gelê xwe peyama aştî û destpêkeke nû ragihînin."