AMED - Dayikên zarokên ku di komkujiya Roboskiyê, di çalakiyên Geziyê, di komkujiya Enqereyê û di dema qedexeyên derketina derve de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin, beşdarî kampanyaya "Na" ya HDP'ê bûn û wiha gotin: "Ji bo hin zarokên din neyên qetilkirin em dibêjin 'Na'."
Dayikên ku zarokên xwe winda kirin, li gel HDP'ê beşdarî xebatên eniya "Na"yê bûn. Ayşe Akay, dayika Mazlum Akay (11) ê di 29'ê Tîrmeha 2012'an de li navçeya Yuregir a Edeneyê di dema protestokirina şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kamsula gazê ya polîsan li sera ket û jiyana xwe ji dest da, wiha got: "Ji bo careke din zarok di hembêza dayikên xwe de neyên qetilkirin dibêjim 'Na'."
Dayikên ku dê piştevaniya kampanyaya "Na" ya HDP'ê bikin ev in:
*Nazmiye Şen: Dayika, Helin Şen a 12 salî ku li Sûra Amedê di dema îlankirina "qedexeya derketina derve" 12'ê Cotmeha 2015'an dema ji bo nan bikire derketibû derve ji aliyê polîsan hat kuştin.
*Sabriye Encu: Dayika, Bedran Encu yê 12 salî yê di 28'ê Kanûna 2011'an de di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de di komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin.
*Heybet Encu: Dayika, Muhammed Encu yê 13 salî yê di 28'ê Kanûna 2011'an de di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de di komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin.
*Sevgul Aydemir: Dayika, 12 Ağustos 2015 tarihinde Ağrı'nın Diyadin ilçesinde çalıştığı fırın önünde arkadaşı ile şakalaştığı sırada özel harekat polisleri tarafından öldürülen 12 yaşındaki Muhammed Aydemir'in annesi.
*Nezihe Atılgan: Dayika, Veysel Atilgan ê 9 salî yê di 10'ê Cotmeha 2015'an de di komkujiya Enqereyê de hat qetilkirin.
*Gulsum Elvan: Dayika, Berkin Elvan ê 15 salî yê di 16'ê Hezaîrana 2013'an di dema çalakiyên Gaziyê de ji bo nan bikire derketibû derve bi kampsula gazê ya polîsan ku li serê wî ketibû jiyana xwe ji dest da.
*Makbule Kaymaz: Dayika, Ugur Kaymazê 12 salî yê di 21'ê Mijdara 2004'an de dema li ber deriyê mala xwe tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz bi 13 gulan hat qetilkirin.
*Emine Çagırga: Dayika, Cemile Çagirgaya 10 salî ya di dema "qedexeya derketina derve" ya di navbera 4-12'ê Îlona 2015'an de li Cizîrê hat îlankirin ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û bedena wê ya bêgiyan bi rojan di sarincê de hat hiştin.
*Saliha Onkol: Dayika, Ceylan Onkola 12 salî ya di 28'ê Îlona 2009'an de dema li gudnikê Hambaz ê gundê Şenlîka Licê heywan diçêrandin bi topa hewanê ya Qereqola Yaylayê hat qetilkirin.
*Ayşe Kazanhan: Dayika, Nîhat Kazanhanê 12 salî yê di 14'ê Çileya 2015'an de ji aliyê polîsan ve li Cizîrê hat qetilkirin.
*Suleyman Ata: Dayika, Enes Atayê 8 salî yê di 30'yê Adar 2006'an di dema merasîma cenazeyan de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
*Azize Guzel: Dayika, Berat Guzel ê di 28'ê Îlona 2015'an di dema "qedexeya derketina derve" ya Bismila Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
Ozgur Paksoy / Aziz Oruç - dîhaber