ŞIRNEX – Li Cîzira ku bi Newroza xwe ya sala 92’yan mora xwe li dîrokê xist, amadekariyên pîrozbahiyan dest pê kirin. Kesên şahidê şahiya sala 92’yan kirin, dest nîşan kirin ku bi wateya ku Newroz wan bêtir nêzî azadiyê dikin bi coşek mezin pîroz bikin. Şahidên Newroza 92'an diyar kir ku gelê wê demê di bin guleyan de bê tirs pîroz kir dê îro bi biryarek mezintir pîroz bike.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku bi Newroza xwe ya sala 1992’an hêj di bîra mirovan de ye, amadehiyên pîrozbahiyên Newroza îsal a dê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin dest pê kirin. Ciziriyên di sala 1992’yan de daketin qadan û li gel ku di encama êrîşa hêzên dewletê de li gorî daneyên fermî yek jê rojnameger 57 kes, li gorî raporên Saziyên Sivîl ên Civakî nêzîkî 100 kes hatin qetilkirin jî heya roja îro agirê Newrozê her bilind kirin. Ciziriyên şahidiya Newroza 92’yan kirin û bîranînên xwe yên wê wextê anîn ziman, balê kişandin ser girîngiya Newroza îsal.
‘ME PANKART DANÎN ERDÊ Û GULE LI ME REŞANDIN’
Yek ji şahidên Newroza 92’yan û di xebatên amadehiya wê pîrozbahiyê de cih girtibû Alî Guven diyar kir ku, li gel astengiyên dewletê di wan salan de jî wan pîrozbahiyên xwe kirine. Guven li ser pêvajoya pîrozbahiyên sala 92’yan kir û got, di destpêkê de ew ji Taxa Yafesê derbasî Taxa Elebxaneyê bûne. Guven wiha axivî: “Pişt re me berê xwe da dibistana Îsmaîl Ebûlîz El-Cezerî. Di rê de leşker û polîsan pêşiya me girtibû û em rawestiyan. Di destê gelek welatiyan de pankart hebûn û piştî demekê hin hevalan gotin bila her kes pankartên di destê xwe de deyne erdê. Li gor ku ji me re hat gotin, Fermandarê Tumena Cendermeyan a Şirnexê gotibû kesên ku pankart di destê wan de hebe wan bikujin. Dema gel pankart danîn erdê vê carê fermandar biryara gulebaranê da. Li ser vê biryar hat girtin ku her kes biçe mala xwe. Dema ez hatim cem Mizgefta Nûh Nebî min dît hin kes şehîd ketine û bi wesayîtê cenazeyê wan dibin nexweşxaneyê. Em bi xwe çûn ser cenazeyên wan, lê heya wê demê me nedizanî çend kes şehîd ketine."
‘LI GEL BIRYARA BELAVBÛNÊ GEL BELAV NEBÛ’
Guven anî ziman ku ji bo ew pêşiya zêdetir kuştina bigire xwe gihandiye noqteya pîrozkirina Newrozê û wiha domand: "Dema ez gihîştim ser cadeya Nisêbînê em rawestiyan, ji ber ku derbasbûna aliyê Taxa Cûdî zehmet bû. Pişt re min xwe gihand cem dibistanê û min dît gel li wir kom bûye. Min ji gel re got, va ye wiha biryar hatiye dayîn ku gel belav bibe biçe malên nêz û dernekeve. Wê rojê 6 şehîd çêbûn lê dîsa jî li ser ew qas zoriyê gel got, em ê Newroza xwe pîroz bikin. Wê demê li gel hemû êrîşan dîsa jî tirs tune bû."
‘PIŞTÎ GOTINA BERÎVAN LI HER CIHÎ AGIR HAT PÊXISTIN’
Guven li ser berxwedana Berîvan a wê demê pêşengitî li berxwedanê kiribû jî sekinî û wiha got: “Berîvan çû ser dîwêr û got çi dibe bila bibe, em ê Newroza xwe pîroz bikin. Li ser serê me helîkopter digeriya û gaz diavêt gel. Lê dîsa jî gel xwe nedida paş. Şehîdên me, birîndar û girtinên me çêbûn lê dîsa jî ji ber rêxistinbûnek xurt hebû gel li ser piyan bû. Di taxan de her kesê agirê xwe vêxist û Newroz pîroz kir. Qet gav paşde neavêtin, şev û roj bû yek li ser ew qas êrîşan jî Newroz bi şev û roj hat pîrozkirin.
‘VÎNA GELÊ CIZÎRÊ WEKE YA SALA 1992'YAN E’
Guven di berdewama axaftina xwe de jî bi lêv kir ku hem ji aliyê zordariyê hem jî di aliya nîşandana vîna gelê Cizîrê de cudahiya Newroza 92'yan û 2017'an tune ye û ev tişt gotin: "Dema em li vê serdemê dinêrin zordarî weke salên 90'î ne. Zarok, jin, ciwan û kal hatin qetilkirin lê dîsa jî miletê me xwedî îradeya xwe ye. Di Newroza 1992'yan de ala hevala Berîvan rakir û rêxistina li Cizîrê saz kir, bi Mehmet Tûnç û Asya Yuksel'an bilindtir bû. Tu kes nikare pêşiya pîrozkirina Newrozê bigire. Ji ber ku ev agirê Newrozê wê me ber bi azadiyê ve bibe, divê em cejna Newrozê wisa pêşwazî bikin."
‘AGIRÊ KAWAYAN BILINDTIR BIKIN’
Ayşe Şaman a dema bûyerên sala 92’yan de ji gund hatibû navendê jî got wê giringiya Newrozê di wan salan de nas kiriye. Şaman da zanîn ku wan 25 salên ewilî bi find û hesteyan agirê pîrozbahiyan pêxistine û der barê pîrozbahiyên îsal de ev tişt gotin: “Em ê îsal agirê Newroza Kawayan zêdetir bilindtir bikin. Min girîngiya Newrozê dema sala 92’yan di nav guleyan de fêm kir. Ji ber vê yekê jî pîrozbahiyên îsal ji bo min zêdetir watedar in.”