COLEMÊRG- Geveriyan balê kişand ser wateya Newroza di 21 Adarê de li Gever bê pîrozkirin û gotin, li Geverê tu carî zext û zordarî kêm nebûne, lê tu carî jî agirê Newroza Geverê netefiyaye.
Li Gevera Colemêrgê welatiyan balê kişand ser Cejna Newrozê ya ku dê di 21'ê Adarê de li Geverê bê pîrozkirin û anîn ziman ku ev salek e Gever şînê girêdide, lê ew ê bi Cejna Newrozê vê şînê veguherînin berxwedanê.
Seyhan Eraydin yê ku li gundê Dilezî yê girêdayê Geverê ye dijî, diyar kir ku wateya Newrozê ji bo wan her sal cuda ye û wiha axivî: "Li Geverê her sal bi deh hezaran mîrov tevlî Newrozê dibin. Tevlîbûna ji gundan jî pir çêdibe. Îsal jî em ê ji gundan biheriqin qada Newrozê. Lewra Newroz ji bo me jiyan e, jiyan jî berxwedan e." Eraydin got, Newroz ji bo wan berxwedan û serhildan e û banga tevlîbûna Cejna Newrozê kir.
EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ DI REFERANDÛMÊ DE BI SERKEVIN
Feleknaz Erguler jî anî ziman ku, ew ê bi ruhê Newrozê biçin referandûmê û wiha berdewamkir: "Ev salek e Gever di şînê de ye. Newroz her dem ji bo me cejn e. Cejna berxwedanê ye. Wek her salî em ê îsal jî cejna xwe bi coşek mezin pîroz bikin. Tu demê li Geverê zext û zordarî kêm nebûn, lê agirê Newroza Geverê jî tu caran netefiyaye. Em ê bi ruhê Newrozê di referandûmê de bi serkevin. Heta dilopek xwîna me jî hebe, em ê li ber xwe bidin." Erguler banga tevlîbûna Newrozê kir û got, ew ê bi rengê xwe li qada Newrozê bin.
Gulay Aslan jî diyar kir ku ji bo qezencê kurdan wateya Newrozê girîng e û wiha axivî: "Wek her salî wê îsal jî Newroz bi coşek mezin bê pîrozkirin. Dê jinên geverî dîsa pêşengiya Newrozê bikin. Bila hemû jinên Geverê bi cilên gelêrî li qadê bin. Em bi girseyî bên Newrozê, bi dengekî bilind bibêjin 'Na,Na,Na'. Di Newrozê de ji van êrîşan re bibêjin 'Na'."