'Maşîna banga 'Na' daketin qadan'

STENBOL - Bi nêzîkbûna hilbijartina referandumê re maşînê banga 'Na' jî daketin qadan. Esnaf Serdar Işlek, diyar kir ku ligel van zext û zordariyên li dijî 'Na' maşîna HDP'ê ya hilbijartinê banga 'Na' dike û wiha got: "Ji ber maşîna HDP'ê kolan bi kolan banga 'Na' dike heviyê dide wan.

Ji bo hilbijartina referandumê ya di 16'ê Nîsanê de pêk bê hindik ma. Rêxistinên sivîl û demokratîk ên dibêjin 'Na' lez dan xebatên xwe. Platforma 'Na' bi reng û rêbazên cuda kolan bi kolan xebatên 'Na' dimeşînin. Li aliyê din jî ligel qedexe û astengiyan HDP bi maşîna hilbijartina referandumê banga "Na' dike. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi gelek maşîneyan kolan bi kolan navçe bi navçe digerin û banga "Na" dikin. Li Herêma Sêyemin a Stenbolê ku 'ên din' lê zêde ne, xebatên Na di pêş de xuya dibe. Li navçeya Esenyurtê maşîna HDP'ê ya hilbijartinê dibe hevî. Li ser maşîna bi rengê xemrî sor û şîn nivîsa "Na-Hayir "Tenê na be" hatiye nivîsandin. Dema maşîna bangê li kolanan digere û banga 'Na' dike zarok û esnaf derdikevin pêş mal û dikanên xwe û destê xwe diheşînin û silav dikin. Li taxa Selahattin Eyyubî ku wekî taxa "Kobanê" tê zanîn zarokên ku dengê muzîka kurdî ya maşîna bangê dibihîzin dadikevin kolanan û maşînê pêşwazî dikin.
Kerem Kartal, ku bi maşîne xwe xebatê hilbijartinê yê 'Na' dimeşîne her roj saet ji 10.00'an heta 17.00'an kolan bi kolan digere. Kartal anî ziman ku piştî maşîna xwe xemiland û cîhaza deng danî ser li nava taxan digere û li gorî taxan dengê bangê eyar dike. Kartal, anî ziman ku dema di nêzî dibistan, mizgeft û partiyên siyasî re derbas dibe dengê cîhazê kêm dike û wiha got: "Me maşîna xwe bi piştevaniyê xemiland. Hemû kesan bi dildari maşîne amade kir. Em bêyî heq bistînin bi maşîna xwe li kolanan digere. Em dema dadikevin qadan em her dem gel slav dikin û bi rûkenî nêzî her kesi dibin. Hin kes derdikevin pêş maşînê û dibêjin 'heta niha hûn li ku bûn, hûn çima dereng man' Dema em derdikevin kolanan coş, hevî û bawerî tê gel. Her kes kêfxweş dibe."

Dildarê HDP'ê ku di maşîna bangê de digere Şafak Îşlek jî diyar kir ku ew jî tevî maşînê li nava kolanan digere û her dem gel slav dike. Îşlek, anî ziman ku bi coş û slavên gel pir kêfxweş dibin û moralekî mezin digin. Îşlek, ani ziman ku welatiyên dadikevin pêş mal û dikanên xwe û wan silav dikin hevî, bawerî û kêfxweşiya wan zêde dike û li taxê gelê kurd û tirk bertekên erênî nîşanî wan didin.

DAKETINA HDP'Ê BÛ HÊVÎ

Esnaf Serdar Îşlek jî anî ziman ku daketina maşîna HDP'ê ya hilbijartinê ji bo wan bû ronahiya hevîyê û wiha got: "Divê her kes bêje na. Ji ber polîtîkayên cewisandinê roj bi roj esnaf dihilin û deriyên dikanên xwe digirin. Di vê pêvajoyê de daketina kolanan a maşîneya HDP’ê ya hilbijartinê bû hevî û ronahî. Em vê xebatê pir erênî dibînin û em pê kêfxweş in.

Li taxa HDP'ê ya Pinarê jî Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Avcilarê Bîrgul Kizildag anî ziman ku piştî ji girtîgehê derket tişta ku herî zêde heviyê dide wê ev deng û xebat e.