STENBOL - Di îdîanamaya endama Lijneya Koordînasyona KJA ya bi KHK’ê hat girtin Sara Aktaş a hatiye amadekirin de, balkêşe ku sozger di lêgerîna li ANF’ê de kirî hemû nûçeyên ku bi navê ‘Sara Aktaş’ derbas dibin li îdîanameyê zêde kiriye. Ji ber nûçeyên derbarê yek ji kadroyên avakar ên PKK’ê Sara Aktaş (Sakîne Cansız) ku li Parîsê hat qetilkirin, Aktaş wekî “avakirin û rêvebirina rêxistina bi çek” derbasî îdîanameyê kir.
Derbarê endama Lijneya Koordînasyona KJA ya bi KHK’ê hat girtin Sara Aktaş de îdîaname hat amadekirin. Îdîanameya ku ji aliyê Buroya Lêpisînên Sûcên Rêxistin û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye amadekirin ji 19 rûpelan pêk tê û ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Ji bo Aktaşa ku ji 14’ê Kanûna 2016’an ve girtiye îfadeyên “avakirina rêxistina terorê ya bi çek û rêvebirina wê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hat bikaranîn. Di îdîanameyê de vegotina KJA’yê dirêj hatiye kirin û got ku KJA beşek ji “Komeleyên Jinên Kurdistan (KJK)” a li Tirkiyeyê ye.
WEKÎ BERDEVKA KCK’Ê YA KURDISTANÊ HAT NÎŞANDAN
Di îdîanameyê de daxuyaniyên Aktaş ên di civînên çapemeniyê de, nivîsên wê yên li rojnameya Ozgur Gundem ku bi KHK’ê hat girtin û parvekirinên li ser tora civakî wekî delîlên sûc hatin nîşandin. Di îdîanameyê de Aktaş, heta 27’ê Mijdara 2016’an wekî “berdevka KCK’ê ya Kurdistanê” hat nîşandan. Dozgerê îdîaname amadekiriye, di lêgerînên li Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hemû nûçeyên ku navê “Sara Aktaş” derbas dibin, xistine îdîanameyê, ev jî nîşan dide ku derbarê Aktaş de lêkolînek ne hatiye kirin.
JI BO DOZGER NAVÊ ‘SARA AKTAŞA HATIYE QETILKIRIN’ BESE
Ji ber ANF’ê di nûçeya derbarê yek ji kadroyên avakar ên PKK’ê Sakîne Cansiz “Sara” ya di 3’ê Tîrmeha 2013’yan de hat weşandin bi şaşitî wekî “Sara Aktaş” derbas kirin, ev şaştî ji bo dozger têrê kir ku wekî delîl nîşan bide. Dozger li ser vê îdîayê dibêje ku Aktaş “rêvebera rêxistinê ye”.
BÛNA RÊVEBERIYA KJA’YÊ JI BO ‘AVAKIRINA RÊXISTINA BI ÇEK’ TÊRÊ DIKE
Di îdîanameyê de çalakiyên ji aliyê KJA’yê ve hatine organîzekirin, wekî 8’ê Adarê Roja jinan, ji şîdeta li dijî jinan re na, çalakiyên şermezarkirina cînayetên jinan, çalakiyên ji bo berdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê, konferansên li dijî şer hatine lidarxistin wekî çalakiyên li dijî operasyonan hat pênasekirin. Di îdîanameyê de Aktaş ji ber endama KJA’yê ji bo “avakirin û rêvebirina rêxistina terorê ya bi çek” û “propagandaya rêxistinê kirine” têrê dike.
Yasîn Kobulan - dîhaber