Keyayên binçavkirî hatin berdan

ŞIRNEX - Li Şirnexê 13 kesê k udi nava wan de 9 keya jî hene ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li midûryeta polîsan bi dawî bûn hatin berdan.

Li navenda Şirnexê di serdegirtina malan a 16'ê Adarê de, keyayê taxa Yeşîlyûrt Mehmet Geçgel, keyayê taxa Dîcle Murat Baysal, keyayê taxa Vakifkent Hasan Tekînalp, keyayê taxa Yenî Saît Kulter, keyayê taxa Gazîpaşa Saît Acar, keyayê taxa Bahçelîevler Cemal Bektaş, keyayê taxa Îsmetpaşa Nûrettîn Çevîk, keyayê Aydinlik Evlerê Yusuf Yuruk, keyayê taxa Gundogdu Mehmet Ertak, xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex Selçuk Ugur, Abdullah Kayaş, mela û welatiyek ku navên wan nehat zanîn ên hatibûn binçavkirin hatibûn binçavkirin.

Di îfadeyên Midûryeta Polîsan a Bajêr de hat zanîn ku pirsên wekî "Endamên kijan sendikayê ne?" û "Bi rêxistinê re eleqeyek we heye?" li keya û xebatkarên tendûristiyê hatine pirsîn.

Her wiha ji zêdetirî 20 kesên di heman serdegirtinana de li tevahiya bajêr hatibûn binçavkirin jî hêj li midûryeta polîsan tên girtin.

13 kesên ku di nava wan de 9 keya jî hene piştî îfadeyên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn hatin berdan.