ESKÎŞEHÎR - Xwendekarên li Zanîngeha Osmangaziyê dixwînin rastî êrîşa komek nijadperestan hatin.
Li Zanîngeha Osmangaziya Eskîşehîrê xwendekar rastî êrîşa nijadperest hatin. Xwendekarên bi navê U.M. û Y.O. yên endamên Kolektîfa Xwendekaranin li taxa Baglarê rastî êrîşa bi kêr a komek nijardperestan hatin. Piştî êrîşê xwendekar rakirina Nexweşxaneya Yunus Emre. Dermankirina U.M. ya li nexweşxaneyê didome û Y.O. jî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Xwendekarên derbarê êrîşkaran de serlêdana sûc kirin, diyar kirin ku êrîş ji aliyê E.A. yê ku li Zanîngeha Osmangazxiyê wekî “reîsê nijadperestan” tê naskirin ve pêk hatiye.