'Em dê Newrozê bi şîara 'Na' pîroz bikin'

BÛRSA - Gelê Bûrsayê dê îsal Newrozê li Bazara Gel a Arabayatagi pîroz bikin. Gelê ku Newrozê pîroz bikin diyar kirin ku dê bi têkoşîna "Na" Newrozê pîroz bikin.

Komîteya Amadekar a Newroza Bûrsayê dê îsal Newroze di 21'ê Adarê de li Qada Bazara Gel a Arabayatagi pîroz bikin. Dê gelek, bawerî, reng û civakên cuda yên Bûrsayê beşdarî Newrozê bibin. Gelê Bûrsayê diyar dikin ku dê îsal bi têkoşîn û şîara "Na" Newrozê pîroz bikin. Welatî Nadîr Kirlilar ê dayika wî Bulgar û bavê wî Yunan ku koçî Tirkiye kiriye, diyar kir ku piştî hat Tirkiye têkoşîna kurdan nas kir û wiha got: "Piştî min têkoşîna kurdan nas kir bêtir tev li têkoşînê bûm. Ez pîrozbahiya Newrozê tenê wekî şahiyek cejna baharê nabînim. Newroza ku gelê kurd nûnertiya wê dike cejna hemû gelên bindest e. Newroz têkoşîna Kawa a li dijî Dehaqan e. Her dewlet welatiyên xwe yê 'ên din' ava dikin. Dayika min her dem digot li welat her tiştê me pir baş bû. Em di jiyana bi ziman, bawerî û çanda xwe de azad bûn. Li Tirkiye jî gelê kurd wekî 'Ên din' tên dîtin. Dewlet gelê di nava xwe de dike dijminê hev. Li hev sor dike û tîne hemberî hev. Newroz li dijî zaliman tekoşîn û raperîn e. Ji bo ruhê raperîn û têkoşînê divê di Newrozê de em bibin yek û bi hevre bêjin Na."

Welatiyê Bûrsayê Rahmî Dede ku bi salan e li Bûrsayê dijî û ji Artvinê ye jî anî ziman ku Newroz li dijî neheqî û zilmê raperîn e û ew dê di Newrozê de li qadan li dijî neheqî û parastina mafê gelên bindest biqîrin. Dede, anî ziman ku Newroz bûye remza têkoşîna azadiya gelê kurd û ew jî dê li Qada Newrozê li cem gelê kurd cih bigirin. Dede, bilêv kir ku Newroz Newroz raerîn û têkoşîna li dijî zilmê ye. Welatiyê Bûrsoyê yê Çerkes Metin Kiliç ku bi salan li Bûrsayê dijijî jî diyar kir ku gelê Kafkas jî bi salan e Nerwozê pîroz dikin û wiha got: "Gelê Çerkez û Kafkas di 23'ê Adarê de werî serî salê pîroz dikin. Em dê Newrozê bi gelê Kurd re li qadan pîroz bikin û bi hevre têkoşînê mezin bikin. Ev çanda yekîtiya gelan e."

Kiliç, da zanîn ku Newroz remsa ruhê berxwedan û raperînê ye û wiha axivî: "Li pêş me referandum heye. Em dê di Newrozê de bêjin "Na" Em dê bi şîara "Na" Newrozê pîroz bikin. Em wekî çerkezên sosyalist dê bêjin Na. Bi vê pergalê dixwazin li Tirkiye yek tîp û yek zimanî ava bikin. Divê her kes bi reng, ziman, çand û nasnameya xwe bijî. Em dê li dijî hişmendiya yekperest bêjin 'Na' û dakevin qadan. Ji bo em rengê xwe biparêzin emê têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku bi reng û çanda xwe Newrozê pîroz bike."