Kurdên li Îsraîlê dê bi fermî Newrozê pîroz bikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li bajarê Orşelîmê yê Îsraîlê dê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî hat diyar kirin ku Kurdên li bajarê Orşelîmê yê Îsraîlê dê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin. Dê îsal li bajarê Orşelîmê pîrozbahiya Newrozê bi girseyî û fermî bê lidarxistin. Ji niha de amadekariyên ji bo pîrozbahiyê dest pê kirin. Amadekarî ji aliyê kurdên li Îsraîlê ve tên kirin û gelek Îsraîlî jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatin vexwendan û netewên wekî Ermen û Rûs jî wê beşdarî pîrozbahiyan bibin. 5 sal in li Îsraîlê Newroz ji aliyê kurdan ve bi awayekî fermî tê pîrozkirin. Zêdetirî 300 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn. Kurdên cihû ku ji ber 2 bûyerên salên 1948 û 1951'an koçî Îsraîlê kiribûn, bi piranî ji Kurdistanê ne.