Haci Îsa Sezek sewqî Bafra û neviyê wî jî sewqî Ordu kirin

SÊRT - Kalê 80 salî Hacî Îsa Sezek sewqî Girtîgeha Bafra û neviyê wî Suleyman Timurtaş ê berê bi hevre li Girtîgeha Sêrtê diman sewqî Girtîgeha Orduyê hatin kirin. Malbatên girtiyan piştî sewqê êdî nikarin biçin ziyareta wan û bêtir mexdûr bûn.


Di 14'ê Adarê de 17 girtiyên siyasî yên Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê sewqî girtîgehên Tîpa T a Bafraya Samsun û Girtîgeha Tipa E ya Orduyê hatin kirin. Girtî bêyî agahiya malpar, parêzeran hatin sewqkirin. Malpat piştî çûn hevdîtina xizmên xwe fêr bûn ku girtî hatine sewqkirin. Kalê 80 salî Hecî Îsa Sezek ê 24 rojan di bin çavan dema û di 3'ê Çile de hat girtin û neviyê wî Suleyman Tîmurtaş jî hatin sewqkirin. Sezek li gel nexweşî û temenê wî yê 80 salî dîsa hat sewqkirin û bêtir ew û malbata wî tev mexdûr kirin. Sezek, tevî 7 girtiyan ji Sertê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê hatin kirin û êdî malbat nikarin biçin hevdînê.

Neviyê Hecî Îsa Sezek Suleyman Timurtaş ku berê li Girtîgeha Sêrtê girtî bû sewqî Girtîgeha Ordu hat kirin. Kurê Sezek Mehmet Emin Sezek hêj li Girtîgeha Sêrtê girtî ye.

DAXWAZA NEXWEŞXANEYÊ HAT REDKIRIN

Daxwaza kalê 80 salî Hecî Îsa Sezek ku nexweş bû û li Girtîgeha Sêrtê dihat girtin, li şûna daxwazên wî yên dermankirinê bê bersivandin hat sewqkirin û daxwaza wî ya nexweşxaneyê bê bersiv ma. Sezek dermanê xwe bi derfetên xwe peyda dikir. Berî bê sewqkirin daxwaz kiribû ku biçe nexweşxaneyê. Lê ev daxwaza wi li ber çavan nehat girtin.

ÊDÎ MALBAT NIKARIN BIÇIN ZIYARETÊ

Malbata ku berê di çûn û hatina girtîgehê de zahmetî dikişandin bertek nîşan dan û diyar kirin ku êdî dê nikaribin biçin ziyaretê. Keça Hecî Îsa Ayşe Sezek, anî ziman ku berê di nava şert û mercên zor û zahmet de diçûn girtîgeha Sêrtê û wiha got: "Niha yek li Sêrtê, yek li Samsûn û yek jî li Bolu ye. Bavê min Sewqî Bafra kirin. Şertê bavê min zahmettir bûye. Şertê çûna me jî êdî pir zor in. Em dixwazin parêzer ji bo bavê xwe bigirin. Lê ji ber doza bavê min siyasî ye parêzer nezî vê dozê nabin."