AMED - Hevseroka MEYADER’ê Ayşe Dîcle, ku di 15'ê Adarê de hat girtin, dozger tevgera li gorî rêziknameyê wekî sûc dît û kir sedema girtinê.
Hevseroka MEYDER'a bi KHK'ê hat girtin Ayşe Dicle ya di serdegirtinên malan ên 8-9'ê Adarê de bi îdiaya di nav fealiyetên "Meclîsa Bajêr" de cih girtine hatibû binçavkirin, di 15'e Adarê de hat girtin. Piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan Dicle û her 3 welatî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dicle û her 3 welatî bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ne hatin girtin. Balkêş e dozger Dîcle ji ber xebatên ku li gorî rêziknameya Komeleyê ya Waliyê Amedê erekê kiriye tev geriya ye wekî "endamê rêxistinê" tawanbar kir. Komeleya MEYADER di sala 2007'an de hat avakirin û rêziknameya komeleyê ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat erêkirin. Li gorî rêziknameyê rêveberên komeleyê dê ligel malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û bi zorê hatine windakirin lêkolîn bike ji bo xwe bigîne cenazeyan û defin bike dê di nava hewldanan de be. Dê têkildarî mafên malbatan karibe perwerde bibe û li heq û hiqûqa wan bigere. MEYADER, di heman demê de endamê Federasyona Windayên Avrupa-Akdenizê (FEMED) ku di sala 2007'an de habû avakirin e.
Heyeta dadgehê xebatên Dîcle ên dinava "Meclîsa Bajar" de cih girtiye û hevserokatiya MEYADER'ê û tevlêbûna cenazeyê endamên PKK'ê wekî sedema girtinê nîşan da.