Li Riha Osmaniyeyê û Dersimê 31 kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyonên li Osmaniye, Rihayê û Dersimê de 31 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên serdegirtina malan a li navenda Riha û navçeyên wê de 6 kes hatin binçavkirin. Belavkara Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Gulsum Çîçek, Nûnerê Lijneya Hilbijartinê yê DHP'a Wêranşarê Aslan Ozkan, Kemal Tunca, Selahattîn Algaç, Hasan Oba û Rezan Emen ku hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar. Hat zanîn ku welatî ji ber parvekirinên wan ên li ser tora civakî û tevlî çalakiyên di dîrokên cuda de hatine li darxistin hatine binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku polîsan bi ser gelek malan de girtine û ji ber welatî ne li mal bûn ne hatin girtin.

LI OSMANIYÊ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Osmaniyeyê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Mustafa Eye, Şeyhmus Çar, Serhat Korkmaz, Mustafa Aktaş, Çekdar Aydin, Cengîz Udul û Ahmet Çetelerî hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Osmaniyeyê.

LI DERSIMÊ 18 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Navçeya Ovacik û Dersime polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polisan li Dersimê Huseyin Timtik, Medet Sonmez ve Zeynel Aytaç binçav kirin. Li navçeya Ovacikê jî herî kêm 15 kes binçavkirin. Polîsan Hidir Gurcan bi îşkenceyê binçav kirin. Kesên bi navê Burhan Renkli, Ozgur Kayaoglu, Ali Asker Eren, Haşim Ozdemîr, Îmam Kan, Hasan Gunek, Murat Polat gelek kesên navên wan nehat zanin birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.

Songul Erden û Coşkun Kose yên ne li malê bûn jî der barê wan de biryara binçavkirinê heye.